Onder: Tecrîda li Îmraliyê îxaneta li dijî welat e 2017-10-26 13:21:07     Onder: Tecrîta li Îmraliyê tê wateya îxaneta li welat   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Sirri Suriyye Onder, têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di civîna Meclisê de axivî û wiha got: “Êdî ne pêkane ku tecrîda li Îraliyê bê qebûlkirin. Bi vê ve girêdayî zemîna çaresariya li herêm û welat hat tunekirin. Tecrîta li Îmraliyê tê wateya îxaneta li welat.”    Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Serokwekîla Meclîsê, Parlamentara HDP’ê ya Stenbolê Perwîn Buldan û Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ewlehî û tenduristiyê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.      DI ŞEXSÊ OCALAN DE WELAT TUNE DIKIN    Onder, diyar kir ku, aştiya herêmê û Tirkiyeyê saet û nivekê dûrî vire û wiha got: "Êdî ne pêkane ku tecrîda li Îmraliyê bê qebûlkirin. Bi vê ve girêdayî zemîna çaresariya li herêm û welat hat tunekirin. Gava em van hemûyan didin berçavanên xwe, tecrîda li Îmralilê bi îxaneta welat ve girêdayî ye. Gelo nêzîkatiyên Birêz Ocalan, ji roja îro re çibûn? Digot pêşeroja hevpar û welatê hevpar. Komara demokratîk û konfederalîzma demokratî pêşniyar dikir. Hemû gotinên partiyan û kesan yên îro ji bo aştiyê dibêjin, teqez Birêz Ocalan di demên derbas bûyî de bilêv kiriye û bal kişandiye ser. Ji ber vê yekê êdî tenduristî û ewlekariya Birêz Ocalan ji ya wî derketiye û bingeha xwe digihîne tunekirina vî welatî û di kesayeta Ocalan de dixwazin welat tune bikin."    OCALAN DI TECRÎTEK HETA HETA YÊ DE YE   Onder, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewletê nekarî Îmraliyê ji nedîtî ve bê û di ser de biçe. Zêdeyî salekê ye Birêz Ocalan bi tu kesî re hevdîtin nekiriye. Ji xwe ji roja xistin girtîgehê û heya roja îro tu rêzikên hiqûqî bikar neanîn û dibin tecrîdek girankirî ya heta hetayê deye. Niha gelek mirov di serî de li girtîgehan, tecrîta li ser Birêz Ocalan mîna gefa li ser aştiyê dinirxîn in û ji ber vê yekê dest bi berxwedanê kirin e. Bînin bîra xwe pêvajoya aştiyê di encama berxwedanek wiha de  dest pê kiribû. Mirov nikare ji zilamên dewletê yên vê enerjî û dema heyî winda dikin re bêjin  zilamin, exmeqin.”       Onder, anî ziman ku rayedarên dewletê îro di nava hebûneke şar a mezin dene û wiha lê zêde kir: "Rêya ku dibînin jî li ser dijminantiya kurdane, lê êdî hatin dawiya vê rêyê jî. Bi tewanbarkirina HDP’ê tu rê naçin serî. Hûn kîjan lêkolînên raya giştî mêze bikin, mêze bikin, yek dengê HDP’ê jî kêm nebûye. Ev yek nîşaneya girêdana bi aştî, mirovahî û demokrasiyê ye.”     ÊDÎ ÎMRALI BÛYE HEMÛ WELAT   Onder, xwest li vî welatî hemû kes ji bo rakirina  tecrîdê, cîhanek baş, welatek demokratîk dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû: “Ev rewşek sosret e. Îro pergala tecrîda Îmraliyê, veguheriye pertala tecrîda welat. Li vê welatî hemû kes xwe hikûmxar hîs dike. Êdî îmralî bûye hemû welat. Ji bo aştiyê, pêşeroja me ya hevpar divê em bêjin êdî beşe. Demê van hemûyan jî tenê 2 saet e. Dewlet nikare hafizeyê tune bike. Şer dest pê kiriye.  Ji bo şer dest pê neke Birêz Ocalan 2 sal û nîvê xebitî. Birêz Ocalan ji were çi got ku pêk nehat? Gelo hûn dikarî vê yê ragihîn in?”   TECRÎT YEKÎTIYA WELAT DÎNAMÎT DIKE   Onder di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tecrîda Îraliyê bi îxaneta welat ve girêdayî ye. Ji ber ku Îmralî temînatê aştiyê ye, bi tecrîdê dixwazin yekitiya welat dînamît bikin. Hîna ev derkef ji dest ne çûye. Hêzên dewelta kûr di her  5-6 mehan carekê de agahiyên jiyana xwe ji dest daye belav dikin, lê dawî li daxuyaniyên dozgerên ku tiştek ji devê wan dernakevê hatiye. Mesafe 2 saete, bi helîkopterê jî 15 deqeye. Ev tecrît ne tenê li ser kurdane. Ev tecrît hemû welat xistiye, pergala tecrîta li Îmraliyê.”    BULDAN: 18 SALIN TECRÎD DIDOME   Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan 18 salin didome. Dime ku dem dem parêzer, malbat û heyet çûn Îmraliyê. Lê em pergala ku li wir hatiye avakirin dizanin. Pergala ku li wir hatiye avakirin li tu girtîgehên Tirkiye nehatiye avakirin. Pergala Îmraliyê ji bo pêşeroja Tirkiye divê em li ser rawestin. Demek dirêje ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Herî dawî me di 5'ê Nîsana 2015’an de hevdîtni kiribû. 15 roj berê li ser medyaya civakî hat gotin ku Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê daxuyanî da û got 'Tiştekî wisa ne rast e' Em vê daxuyaniya Serdozger têr nabînin. Ev daxuyanî me îkna nake. Birêz Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye. Divê Tirkiye û hikûmet vê yekê di ber çavan re derbas bikin. Fikara me ya der barê Birêz Ocalan de zêde dibe. Divê bi lezgîn malbat û parêzer biçin Îmraliyê.    'OCALAN AKTORÊ AŞTIYÊ YE'   Buldan, destnîşan kir ku Ocalan ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata navîn aktorê aştî û çareseriyê ye û xwest her kes li vê rol û misyona Ocalan xwedî derkeve. Buldan xwest her kes dîsa li pêvajoya çareseriyê vegere û wiha got: "Divê dîsa vegerin vê pêvajoyê. Ji bo aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn ev girîng e. Ji bo vê yekê divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Divê hevdîtin û muzakere j nûve dest pê bikin. Bi polîtîkayên ewlehiyê û tuniyê her kes dizane pirsgirêka kurd nayê çareser kirin. Berî her tiştî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin.    DÎLEK OCALAN: DIVÊ JI RÊZÊ NÊZÎ OCALAN NEBIN   Parlamentera PHP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bal kişand ser ewlehî û tenduristiya Ocalan û wiha got: "Dema li ser Ocalan tecrîd hat girankirin me hemûyan rewşa Tirkiye dît. Her ku tecrîd tê girankirin bandora xwe li Tirkiye û Kurdistanê dike. Ev dibe şer kuştin, û hêsirên çavan. Her ku tecrîd kûr bû xwîn herikî û mirov hatin kuştin. Tundi, kaos her roj zêde bû. Ji bo derbasî qeydan bibin em vê daxuyaniyê didin. Heta niha hikûmet û dewletê li gorî qanûn û zagonên xwe gav neavêtine. Peywir û mîsyona xwe ya li gorî zagonan pêk neanîye. Tirkiye hiqûqa xwe û zagonên xwe binpê dike. Hiqûqa neteweyî û navnetewî binpê dike û tecrîd didome. Rakirina tecrîdê ne tenê daxwazame ye. taxwaza hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan vîna milyonan mirovan e. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser vîna milyonan mirovan e. Divê wekî miroveki ji rêzê nêzîk nebin."    Ocalan bang li hikûmet, wezareta dadê, komîsyona lêkolina mafên mirovan kir û wiha got: "Çiqas dem di ser vê pirsgirêkê re derbas bibe pirsgirêk bêtir dibe girêk. rê li pêş şer vedike."    BERPIRSIYARÎ YA HİKÛMETÊ YE    Ocalan, destnîşan kir ku ji ber li Îmraliyê tecrid didome, li girtîgehan greva birçîbûnê ji nûve didome û wiha got: "Divê ev çalakiya grevê ji aliyê hikûmetê ve bê dîtin. Divê perdeya li pêş wicdan û çavên xwe rakin. Ger ku îro tiştekî neyînî li girtîgehan pêk bê hikûmet berpirsiyar e. Daxwaza me ne daxwaza şexsî ye. Daxwaza hmû civakê ye. Divê bêyî ixanetê li hiquqa xwe ya navxweyî bikni pirsgirêkê çareser bikin. Dîsa divê DMME û CPT jî têkevin nava tevgerê."    Parlamenter Onder piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Onder, bal kişand dema çareseriyê û piştî serdema çareseriyê û mînakên cihanê dan. Onder xwest hikûmet samîmî û werek nêzîkî pêvajoyê bibe û mînakên cîhanê li ber çavan bigire. Onder, ani ziman ku piştî hevdîtina 2 salan deklarasyona çareseriyê hat aşkerekirin û ev yek ji aliyê hemû cîhanê ve hat qeydkirin û wiha got: "Lê vê pêvajoya piştî deklerasyonê 8 rojan di ber xwe neda. Roj 8'an got "Masa çi? Hikûmetê her dem ket pey pesabê dengan. Hêj pêvajoya çareseriyê dewam dikir hikûmetê amadekariya şer dikir.