Cezayê li ser ceza li girtî birîn 2018-10-29 09:12:28 ENQERE – Umut Çamlibel bi hêceta “Endamê rêxistinê ye” 12 sal ceza lê hatibû birîn. Çamlibel ê di girtîgehê de hukmê wî hatibû înfazkirin, ji ber di nava pirtûkê de nîşe derket bi heman hêcetê 6 sal û 3 meh cezayê din ê hepsê danê.    Umut Çamlibel di 2’ê sibata 2016’an de ji Girtîgeha Tîpa M a Îneboluyê wî sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kandirayê hat kirin. Di lêgerîna di têketina girtîgehê de li ser Çamlibel pirtûka bi navê “Topraksizlar (Bêax)” hatibû dîtin û bi hêceta 5 parçe dokuman hatibû dîtin doz der barê wî de hat vekirin. Çamlibel bi boneya 12 sal cezayê bi hêceta “Endamê rêxistinê ye” di girtîgehê de ye. Di doza sala 2017’an de derheqê Çamlibel de hat vekirin ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê ve bi hêceta “Endamê rêxistinê ye” cara duyem 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Cezayê Çamlibel ewilî li Dadgeha Îstînafê û dûre li Dadgeha Bilind hat erêkirin. Dadgehê ceza birînê spart 5 parçe dokumanên pirtûka “Topraksizlar.”     ‘EZ Ê ERÎ LI AYM’Ê BIDIM’    Parêzerê Çamlibel, Alîşan Şahîn diyar kir ku biryara der barê muwekîlê wî de hat dayîn di nava mehekê de li Dadgeha Îstînafê hat erêkirin û teblîxî wan nehatiye kirin. Şahîn got ceza ji aliyê dadgeha bilind ve jî hat êrêkirin lê ancax vê biryarê di UYAP’ê de nedîtine û ew ê li dijî vê biryara ceza birînê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.   ‘DI HEPSÊ DE ÇAWA DIBE ENDAMÊ RÊXISTINÊ?’    Şahîn anî ziman ku muwekîlê wî ji sala 2010’an vir ve di girtîgehê de ye û got: “Jixwe muwekîlê min bi heman hêcetê di hepsê de ye. Kesek girtîgeha ku d çavdêriya dewletê de ye çawa carek din dibe endamê rêxistinê? Muwekîlê min mehkûmek ji xwe ceza xwe radizê, ka çawa dê bi rêxistina çekdarî re têkilî deyne. Ev ceza birîn li dijî rêgezên hiqûqa hundirîn û navneteweyî ye.”