Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê 2018-10-29 08:17:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezyayê Balafira rêwiyan a Boeing ku sefera Jakarta-Sumatra dikir û 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê.    Saziya Rizgarkirin û Lêgerîna Navneteweyî (BASARNAS), der barê ketina balafira Endonezya de diyar kir ku balafira Boeing a Tîpa 737 MAX 8 ku aydî Rêyên Hewayî ya Lionê bû, dema ji Paytext Jakartaê diçû Girava Sumatrayê ket. Şêwirmendê Rêwîtiya Heweyê ya Sivîl Gerry Soejatman, ji BBC re axivî û diyar kir uk modela MAX 8'an ji sala 2016'an de ketiye meriyetê û heta niha gelek pirsgirêk jiya ye. Li gorî  agahiyên ku BBC'î dan, di balafirê de 188 rêwî hebûn û ji van rêwiyan 1 jê zarok 2 pitik û 5 personel hebûn. Li gorî saeta herêmê balafir di 06.20’an de firiya û saet di 06.33'an de piştî 13 deqeyan têkiliya wê û radarê ji hev qut bû. Serokê Rêveberiya Midûriyeta Afetê -ya Endonezyayê Sutopo Purwo Nugroho, li ser hesabê Twitterê agahî dan û diyar kir ku xebatên wan ên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û perçeyê balafirê di bahrê de dîtine û xwe gîhandine hin perçeyê balafirê.