Li Deriyê El Welîd pevçûn diqewime 2017-10-26 12:39:34 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li nêzî Deriyê El Welîd yê di navbera Herêma Federe û Rojava de di navbera hêzên pêşmergeyan û Heşdî Şabî de pevçûn derket. Di pevçûnê de xebatkerek derî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûne.  Şerê di navbera Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şabî de li nêzî Deriyê El Welîd ê li herêma navbera Dêrika Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê de rû dide. Li gorî nûçeya ROJnews’ê hat ragihandin ku çend top li derdora Deriyê El Welîd ketine.    Di topbaranê de xebatkarekî deriyê sînor jiyana xwe ji dest da  û 4 kes ku di nava wan de şervanên YPG, endamên Asayîşê û sivîl hene birîndar bûn.   Hat zanîn ku birîndar niha li nexweşxaneyên Dêrikê tên dermankirin.