Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin 2018-10-28 21:02:24   ENQERE - Du roj berê Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Neteweyî êrîşî Bîrdariya 10'ê Comehê ya li GAR'a Trênê ku 103 kes lê hatin qetilkirin kir. Niha jî rayedaran Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bi boyaxê  ser êrîşê û hemû wêneyan girtin û hafiza heyî winda kirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê piştî duh li dijî Abîdeya Aştî û Demokrasiyê êriş pêk hat îro bi boyaxê ser êrîşê û hemû wêneyan girt û hafiza winda kir.  Endamên DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li dijî mîtînga Aştiyê ya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û HDP'ê ku li GAR'a Enqereyê pêk anîn êrîşa xwekujiyê pêk anîbûn. Di êrîşê de 103 qasidên aştiyê ji yana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li GAR'a Trênê ji bo 103 kesan bi awayekî sembolîk Bîrdariya 10'ê Cotmehê ava kiribûn. 2 roj berê Kesên endamên Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Neteweyî êrîşî Bîrdariya 10'ê Comehê ya li GAR'a Trênê kirin. Êrîşkaran birdarî derb kirin zerar danê û ala Tirk li ser xêz kirin. Îro jî rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin bi boyaxê ser êrîşê pîne kir û ser hemû wêneyên li Bîrdariyê boyax kir û hafiza heyî winda kir.