Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da 2018-10-28 17:04:28   ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’a Sîlopî yê qeyûm tayînê wê hat kirin Abdulcabbar Tungut ê nêzî 30 salan di xebatên siyaseta Kurd de xebitî, jiyana xwe ji dest da.      Li Şirnexê, Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sîlopî yê qeyûm tayînê hat kirin Abdulcabbar Tungut ê 60 salî jiyana xwe ji dest da. Tungut nêzî 2 mehan bû li nexweşxaneyek taybet a Êlihê dihat darmankirin. Xizmên Tungut di saetên serê sibê de cenazeyê wî ji nexweşxanê girtin û birin mizgefta taxa Karşiyaka ya Sîlopî.    Cenazeyê Tungut, piştî kar û barê olî, li Goristana Yenîşehîrê hat definkirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Hat diyar kirin ku nêzî 30 salan Tungut dinava siyaseta Kurd de bi awayekê aktîf tim xebitî.