Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn Saygili: Çareserî em in 2018-10-28 16:45:56   ÎZMÎR - Mamoste Ebrû Dinçel, ku bi KHK'ê hat îxrackirin, bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser jinan û wiha got: "Bi krîzê barê jinan duqat zêde bû." Serokê Gişti ya Lîmter-Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê Kanber Saygili jî diyar kir ku rojên hîn dijwartir li pêş wan in û çareserî ew bi xwe ne û divê bêtir xwe bi rêxistin bikin.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), bi hişyariya "Kapitalizm kriz e, çareserî sosyalizm e", li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê ya Navçeya Konakê panel li dar xist. Gelek endam û rêveberên sendîka û partiyên siyasî tev li panelê bûn. Di panelê de rêya têkoşîna li dijî krîza aborî hat niqaşkirin.  Mamoste Ebrû Dînçel a bi KHK'ê hat îxrackirin, mijara "Berxwedana li dijî KHK'yan, jin û Krîza aborî" vegot. Dînçel, diyar kir ku keda jinê nayê dîtin û wiha got: "B taybetî keda jinê ya li hundirê malê nayê dîtin. Ked û karê jinê yê li malê hem nayê dîtin û hem jî bê qîmet xuya dike. Jin li her derê cîhanê heqê kêm distîne. Ji sedî 74 jin bêkar in. Şertên kar ên demdirêj li ser jinan tên ferzkirin. Ev dem ji bo jinan pirsgirêka  mezin e. Duqat mesaî dike. lê heqekî distîne. Ji ber ku jin gelek karan dike dema wê ya bibe endamê partî û sendîkayê namîne. Ji sedî 92'ê jinan bê sendîka ne. Jin li cihê kar rastî mobing, tacîz û zextan tên. Ji bo jinan pirsgirêka herî mezin karê bê ewle dikin. Piştî krîza aborî karê jinan duqat zêde bû. Krîza aborî herî zêde bandorê li zer jinê dike."     'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ XURT BIKIN'    Serokê Gişti ya Lîmter-Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê Kanber Saygili jî mijara bi navê "Krîza Aborî û tevgera çînî" pêşkêş kir. Saygili diyar kir ku di pêvajoyek wisa de divê karker xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna sendîkayî pêş bixin û wiha got "Kî dê vê krîzê bikin firsend. Divê rêya vê yekê kedkar bibînin û bikin firsend. Divê em li enflasyona, heqê herî kêm û zema heyî binerin. Em dê li  van rojan bigerin. Li hin marketan ji sedî sed zem bûn. Çareserî di destê me de ye. Deynê Tirkye deynê hikûmeta ku 16 salin Tirkiye bi rêve dibe ye. Îktîdare deyn li betonê razand. Dê rojên hîn dijwartir li pêş me bin. Dixwazin hindik karkeran bidin xebitandin û li ser pişta karkerên hindik fêdeyek mezin bi dest bixin. Dê hekê karkeran sabît bikin û zêde nakin. Karkerên ku dixebitin jî dê ji tirsa ku ji kar neyên avêtin dengê xwe nekin. Lê em ne bê çare ne. Çareserî em in. Divê em ji vê yekê bawer bikin. Rêya çareseriyê divê em hemû karker û sendîka bibin yek û bi hevre têbikoşin.    DIVÊ EM HILBIJARTINÊ BIKIN FIRSENDA TÊKOŞÎNÊ    Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çapnî jî mijara "Kriza aborî û şer" pêşkêş kir. Çepnî ani ziman ku sedema krîzê pergala kapitalist e û wiha got: "Di serdema AKP'ê de herî zêde sanayiya şer pêş ket. Dema Kapitalizm dikeve krîzê herî zêde aborî û hilberîna çekan û şer pêş dixe. Butçeyê ji şer re diqetîne. Divê em li bersiva pirsa "Divê çi bê kirin? Heta ku em li dijî şer dernekevin, em nikarin têkoşîna parastina ekolojî, aborî, mafê kar  û jinê pêş bixin. Heta em bi dengekî xurt li dijî şer dernekevin em nikarin faşîzma AKP'ê tune bikin. Ji ber vê yekê hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji bo me firsend e. Divê em xetên têkoşîne xurt bikin."