Desteya serokatiyê tê hilweşandin? 2017-10-26 12:37:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Rûniştina 28’ê Cotmehê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser rawestandin an jî betalkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê ye. Tê gotin ku dê desthilatdarî li ser hikumet, parlamento û Encumena Dadwerî were parvekirin. Dihat payîn ku îro rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdariya Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê pêk were, lê civîn ji bo roja 28'ê Cotmehê hat paşxistin.   Li ser mijara civîna parlamantoyê, parlamenterê Tevgera Goran Bêstun Fayeq agahî da û ev tişt got: "Em endamên parlamentoyê ne. Her dema ku me xwest em ê beşdarî civînê bibin. Lê ji ber ku mijarên civînên parlamentoyê yên derbasbûyî ne bi dilê me bûn, em beşdar nebûn."   Fayeq da zanîn ku ev civîna parlamentoyê bi taybet li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û aşkera kir ku ji ber vê yekê ew pêwîst dibînin ku beşdarî civînê bibin.   Her wiha Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Merwan Galelî jî axivî û wiha got: "Armanca civîna bê hêj nehatiye belavkirin, lê dema ku me armancên civînê dît, em ê wê demê biryara beşdarbûnê bidin. Ji ber ku mijareke girîng e. Bi taybet girêdayî parvekirina desthilatdariya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye."    Gelalî  destnîşşan kir ku di civîna parlamentoyê de Desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê an tê hilweşandin an ji tê rawestandin û wiha pê de çû: "Wê desthilatdarî li ser parlamentoyê, hikumet û Encumena Dadweriyê bê parvekirin." Gelalî li ser pirsa "Gelo li ser lihevkirin çêbûye" jî wiha ev bersiv da: "Li gorî min zêdetir lihevkirina PDK'ê û YNK'ê ye."   Serokatiya Herêma Kurdistanê di sala 2015'an de ji aliyê parlamentoyê ve weke saziyek fermî hat erêkirin. Desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji sê kesan pêk tê. Ji Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê wî û Serokê Dîwanê pêk tê.