Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e 2018-10-28 14:28:06   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser zîrveya Stenbolê ya di navbera Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiye de pêk hat û wiha got: "Ev zîrveya veşartî di nava 4 aliyan de çêbû, bêyî vîna gelê Sûriyeyê esas bigirin pêk anîne." Temellî, der barê daxuyaniya berdevkê AKP'ê Omer Çelik de jî wiha got: "Tu bendewariya me ji îktîdarê tune ye. Me banga 'Em li masê rûnên' li hikûmetê nekiriye Muhabatê sereke yê mijarê Brêz Ocalan e."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî der barê “Konferansa Çareserya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn" û civîna li Amedê pêk hat, Zîrveya li Stenbolê di navbera Almanya, Rûsya, Fransa u Tirkiyeyê de û daxuyaniya Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk de li Otela Demirê civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, ewil bal kişand ser “Konferansa Çareserya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn" diyar kir ku ev konferansek gelek girîng e û wiha got: "Ji bo em çareseriyê ji Krîza li Rojhilata Navîn pêş dikeve bibînin em li hev kom bûn. Krîza li Rojhilata Navîn tenê bi Rojhilata Navîn ne bi sînordar e. Krîza siyasî ya kurevî ye. Di navenda wê de meseleya Sûriye heye. Çaresariye der barê vê krîzê de em li vir pêş bixin, dê hem ji bo Tirkiye û hem jî ji bo Sûriyeyê aştî û demokrasiyê pêş bixe. Ji ber vê yekê konferans pir girîng e."    PIRSGIRÊKA KOMARÊ YA DEMOKRATÎKBÛNÊ HEYE    Temellî, bal kişand ser pirsgirêka Komarê û wiha got: "Sibê 29'ê Cotmehê salvegera avakirina Komarê ye. Sibê 95’emîn salvegera avakirina Komarê ye. Lê pirsgirêka Komarê yae 95 salan pirsgirêka demokratîkbûnê ye. 95 salin hêj me Komarek Demokratîk ava nekiriye. Krîza rejîma Tirkiye tu heviyê nade gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Krîza heyî her ku diçe kûr dibe. Duh di nava Rusya, Almanya, Fransa û Tirkiye de li stenbolê zîrveya Sûriyeyê pêk hat. Îktîdara îro ne ji bo çareseriyê û aştiyê, ji bo hebûna îktîdara xwe ya otoriter berdewam bike pêk tîne. Armanca zîrveya 4 alî bi awayekî zelal aşkere bûye. Ji destpêka şerê li Sûriye heta niha tenê çareserî dikare bi destê gelên Sûriyeyê pêş bikeve. Zîrveya ku vîna gelê Sûriye tune bihesibine û li ber çavan nagire nagêje çareseriyê. Berê jî zîrveya 3 alî hebû. Niha Îran ji nava xwe derxistin. Niha aktoran diguherînin. Lê dîsa li ser maseyê Sûriye tune. Li vir vîna siyasî ya gelê Sûriyeyê tune ye. Bi riya çareseriya leşkerî aştî û aramî pêk nayê. Heta ku gelê Sûriyeyê di nava çareseriyê de cih negire û vîna gelê Sûriyeyê esas nayê girtin çareserî pêş nakeve." Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku vîna gelê Sûriyeyê li ber çavan bigirin. Pêdiviya Sûriyeyê bi qanûna bingehîn a demokratîk heye. Divê nerîn û daxwazên hemû gelê sûriyeyê di vê qanûnê de cih bigire. Îktîdara Tirkiye bi gotinên nifrîna kurdan pêş dixe siyasetê dike. Tirkiye bi van zîrveyan dixwaze xewtê qezenç bike. Lê em li vir ji bo Komara Demokratîk a Tirkiye têdikoşin."    TU HÊVIYÊN ME JI ÎKTÎDARÊ TUNE YE'   Temelî, bal kişand ser gotina Berdevkê AKP'ê Omer Çelik a der barê çareseriyê de û wiha got: "Em bang li hemû gelê me dikin ku guh bidin banga me. Tu hevî û bendewariyên me ji îktidarê tune ye. Omer Çelîk carek din axaftina ku şer sor dike û aştiyê piştguh dike kir. Hemû civakê wekî teror dibîne. Guhê xwe ji goinên aştiyê re digirin. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêş bikeve divê berî her tiştî hemû civaka tirkiye li dijî şer dengê aştiyê bilind bikin. Aştî bi tekoşîna hevpar a gelê Tirkiyeyê pêkan e. Di pêvajoya Çareseriya Demokratîk de helwest û hevdîtina Birêz Ocalan li holê ye. Em bang li hemû gel û kedkarên li Tirkiyeyê dikin ku em bi hevre li dijî şer û helwesta ceberut a îktîdarê rawestin. Em bi hevre komara demokratîk û laîk pêş bixin. Tu banga me ji hikûmetê tune ye. Yekemîn muxatab Birêz Ocalan e. Beri her tişti divê vê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bikin. Em dixwazin hevdîtina bi birêz Ocalan re dest pê bike. Divê cemawerî jî piştgiriyê bidin vê yekê.    Beriya hevditinên bi partiyên kurdan re bê kirin beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê jî hevdîtin hatibûn kirin. Gavên girîng hatin avêtin. Gavên girîng û hevdîtinên bi tendristî pêş dikevin. Gelê kurd ket pêvajoyek xurt a şewirmendî û piştgiriyê. Îtîfaqên ku tên kirin ne tenê jibo hilbijartinê ne. Ji bo yekîtiya gelan e."