Parêzerên Ocalan cara 699’an serlêdan kir 2017-10-26 12:35:22 STENBOL – Parêzerê Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bike, cara 699’an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Nevroz Uysal, bi armanca bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin kiribûn. Parêzeran ji wê demê heta niha 699 caran serlêdan kirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 698 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "keştî xera be ye", "Muxalefeta hewayê hey", “koster di tamîrê de ye" û "OHAL" heye, hatin redkirin.