Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin 2018-10-28 13:48:53   MÊRSÎN - Kes û kesên nasnameya wan nediyar tabelaya avahiya HDP'ê ya Navçeya Mezîtliyê ya Mêrsînê daxistin û şewitandin.    Kes û kesên nasnameya wan nediyar tabelaya avahiya HDP'ê ya Mezîtliya Mersînê daxistin û şewitandin. Kesên ku tabela daxistin û şewitanin ji cihê bûyerê dûr ketin. Tabelaya avahiyê beriya niha jî hatibû daxistin. Tevî ku polîs timî li dora avahiya navçeyê ne, êrîşên bi vî rengî hîn dewam dikin.