Orhan Gonder ê bome xist mîtînga HDP'ê çi axivî? 2017-10-26 12:19:58 ENQERE – Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder ê di 5'ê hezîranê de li dijî mîtînga HDP'ê ya Îstasyonê êrîşa bombeyî pêk anî, beriya êrîşê û piştî êrîşê axaftina bi telefonê bû mijara pirsê. Gonder ku bi telefonê gelek caran bi kesên li Sûriye û endamê Eşîra Îzol H.Îzol re herî kêm 5 caran bi telefonê axivî, meraq zêde kir.  Endamên DAIŞ'ê di 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mîtîng HDP'ê ya Amedê ku bi sed hezaran kes beşdar bûbû êrîşên bombeyî pêk anîbûn. Di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 400 kes jî birîndar bûbûn. Li doza komkujyê ku li Edliyeya Bati Sincanê dê dîtin agahiyên nû li dosyayê hatin zêdekirin. Piştî di dîmenên kamerayan de derket holê ku Orhan Gonder bombe anîne qada mîtîngê, raporên HTS û qeydên îstasyonên bazê balê dikişîne ser xwe. Li gorî belgeyên gihiştin Ajansa Mezopotamya, tê dîtin ku Orhan Gonder ê girêdayî DAIŞ'ê ye gelek caran bi kesên li Sûriye re axivîye. Li gorî qeydên telefonê yên di navbera 1'ê Gulana 2015 û 15'ê Hezîrana 2015'an ku Gonder axivîye agahiyên nû ronî dike. Gonder bi telefona hêjmar "0543 834 15 **" ku ji Amedê kiriye, hevdîtinên balkêş dike. Di belgeyan de tê diyar kirin ku sînyalê telefonê di 3'ê Hezîrana 2015'an de li pêş Mizgefta Sumerê sînyalan dide. Gonder bi vê nûmarayê saet di 15.09'aın de bi Vedat. P ê di 1987'an de li Amedê ji dayik bûye re hevdîtin dike. Gonder, di şeva êrîşê de jî saet di 21:01’an de li Bornovaya Îzmirê, bi Abdullah K ê ji Bazîda Agiriyê ku di sala 1967'an de ji dayik bûye re hevdîtin dike.    DÎSA HUCREYÊN DÎLOKÊ   Gonder, di îfadeyên xwe de diyar kir ku piştî êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîrana 2015'an ji bo biçe Sûriye derbasî dîlokê bû. Gonder, diyar kir ku bi hucreyên Dîlokê yên di teqînên berê de jî navê wan derbas dibe re ketiye nava dan û stendinê. Gonder roja din serê sibê telefonî gelek kesan dike. Saet di 08.00'ê 6'ê Hezîrana 2015'an de bi Svetlana T. re 3 caran hevditin dike. Di heman saetê de bi Alî Al M. yê di sala 1995'an de li Dara  ji dayik bûye re li otogara Dîlokê di axive. Gonder, di şeva 5'ê hezîranê de bi telefonên cuda bi dehan kesan re hevditin kiriye. Gonder heta saeta teqînê bi nûmarayên li Amedê hevdîtin kiriye. Piştî teqînê bi kesên li Dîlokê re hevdîtin dike.    GELEK CARAN BI KESÊN SÛRIYE RE AXIVÎ YE   Li gorî agahiyên belgeyan Gonder bi telefona hêjmar "0 535 599 60 **" 652 caran hevdîtin kiriye. Ji 652  hevdîtinan piraniya wan li dervê welat hatiye kirin. Bi Hammoud Hammoud Al A. yê di sala 1978'an de li Helebê ji dayik bûye re  63 caran hevditin kiriye. Dîsa 18 caran li Saleh Al. A. ê di sala 1992'an de li Reqqa ji daik bû re hevditin kir. 16 caran bi Saalîm Al. H. ê di sala 1987'an de li Lazkiye ji dayik bûye re hevditin kiriye. 12 caran jî bi Awash Al O. yê ji Reqqa re hevditin kiriye.    BI EŞÎRA ÎZOL  RE HEVDÎTIN KIRIYE   Di belgeyan de dîsa Gonder bi telefona hêjmar "0535 599 60 **" an  bi endamê Eşîra Îzol re hevdîtin kiriye. Gonder bi kurê H.F. Îzol H.İzol ê i Hîlwanê re 5 caran hevdîtin kiriye. Orhan Gonder herî dawî piştî teqînê bi H. İzol re hevdîtin kiriye.    MA / Bariş Boyraz