Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din 2018-10-28 10:01:51   WAN - Derûnînas Mehmet Basrî Çelîk, der barê "Sonda xwendekaran" de pirtûka Psîkyatrîst Frantz Fanon a "Çermê reş rûpoşa spî" bibîr xist û wiha got: "Bi vê sondê dixwazin rûpoşa spî têxin rûyê kurd, ereb, ermenî, çerkes, lazan."    8'emîn Daîreya Şûreya Dewletê  biryar da ku pêşnûma-qanûna ku "Sonda Xwendekaran" a 5 sal berê hatibû rakirin betal bike. Der barê vê biryarê de bertek û nerazibûn zêde dibin. Têkildarî biryarê Derûnînas Mehmet Basrî Çelîk nirxand. Çelîk, anî ziman ku divê berî her tiştî pirsên "Dibistan çiye?, Dibistan kêrî çi dê? Mamoste çiye? divê rast bê pirsîn û rast bê bersivandin û wiha got: "Divê dibistan û zarok xwe aydî hev hîs bikin. Dema zarok çû dibistanekê divê wekî dibistana xwe hîs bike û xwe li wê dibistanê biyanî hîs neke. Divê bi çand, ziman û nasnameya xwe xwe  hîs bike. Di cîhanê de jî bi awayekî gerdûnî wisa ye. Divê zarok bi nasname û hebûna xwe xwe li wir hîs bike. Ev jî nasname, çand, ziman û lîstika zarok e. Dema Sonda xwendekaran rakirin em wekî pisporê vî karî kêfxweş bûn. Lê niha dîsa Sonda xwendekaran tînin. Ev wêde dike. Yekperestiyê pêş dixe. Zarok her dem bi hişê xwe û zimanê xwe kêfxweş dibe. Lê Bi vê sondê yekperestiyê pêş dixin. Ji ber ku ev sond tenê nijadekî derdixe pêş û serdest nîşan dide. Yen din jî dike qurbana yê serdest. Pekî pir bilind û pêşketî, yên din jî kêm û paşverû nîşan dide. Dixwazin hemû nijad, çand û nasnameyên din bi nasnameya ê serdest kêfxweş bibe. Bi gotina 'Çi Xweşe Yên Bêjin ez Tirk im' dibêje ger ku tu ne tirk be tu ne kêfxweş e. Dibêjin ‘Bila hebûna min diyari hebûna Tirk be' Hebûna yekî din diyari yê tirk dikin. Ev bi serê xwe pirsgirêk in. Zorak tenê zarok e. Divê weki zarokan jî nêzîk bibe. Lê li zarokan nijadê ferz dikin. Divê wekî zarokan nêzî zarokan bibin."   'HIŞÊ ZAROK TEV LI HEV DIBE'   Çelik, da zanîn ku piştî vê ferzkirina sondê zarok dikeve nava pirsa 'Ez kîm e' û wiha got: "Mejiyê zarok tev li hev dibe. Zarok dibêje 'Ez kurd im, tirk im, ereb im, laz im çerkez im, ermenî me?' û hişe zarokan tev li hev dibe. Zarok dema tê malê bi zimanekî bi dayik û bavê xwe re diaxive. Dema li dibistanê bi zimanekî din di axive." Dikevin nava nakokiyan û dibejin 'Dayik û bavê min kesê ku mirov ji wan şerm bike ya na? Dikevin nava nakokiya ziman, çand û nijadî. Di encamê de her kesî mecbûrî ziman, çand û nasnameya nijada tirkîtiyê dike. Nasnameya Tirkîtiyê li her kesi ferz dike û nasnameya tirk wekî ya serdestan nîşan dide."    RÛPOŞA SPÎ LI YÊN DIN FERZ DIKE    Çelik, dazanîn ku zarok bi cîhana xwe heye û wiha got: "Dema mirov li diroka faşîzma cîhanê dinere, her dem çarda faşizmê zarokan ji bo xwe dike amûr û wekî laboratuarê bikar tîne. Dema zarok di vê labaratuarê de mezin bibe piştî mezin bibe jî dê bi hişmendiya nijadperestî û kevneperestiyê mezin bibe. Dê bi çand serdestiyê mezin bibe. Zarokên ên din jî dê bêjin 'Ez bêtir tirk im. Ez bi tirkîtiyê kêfxweş im. Ji bo ez kêfxweş bibim çima nebim tirk' Psikyarîst Frantz Fanon di pirtûka xwe ya ‘Çermê reş Rûpoşa Spî" de vê rewşê baş tîne ziman. Ji ber ku ji çermê xwe yê reş şerm dike û biçûk dibine xwe wekî ên spî nîşan dide. Rûpoşa ê spî li xwe dike. Niha bi vê sonda xwendekaran jî dixwazin Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez, Laz û hemû yên din rûpoşa tirk li xwe bike. Li hemû kesên din ferz dike ku bi nasnameya tirk bijîn û xwe înkar bikin. Ev yek li ser zarokan bandorek neyînî ava dike. Li ser serkeftin û pêşketina zarokan bandorek neyîni pêş dixe. Zarok di nava civakê de dibe mînakek xerab. Zarokê ku nasnameya din li ser wî tê ferz kirin her dem xwe di nava civakê de kêm û bêçare hîs dike."   MA / Berzan Guneş