‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin' 2018-10-28 09:11:22   DERSIM - Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, diyar kir ku ji ber bazirganiya şerî leşker ji serma dimirin û Alîgira Serokê CHP'a Dersimê Handan Kahraman Şanli jî, bilêv kir ku ew ê lêpirsînên hatine kirin bişopînin.    Li navçeya Qisle ya Dersimê, leşkerên tev li operasyonê bûn 2 jê ji serma mirin û 10 jê jî ji mirinê filitîn. Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek û Alîgira Serokê CHP'a Dersimê Handan Kahraman Şanli, ev yek nirxandin.    ‘DIVÊ EM BI HEV RE BERTEKÊ NÎŞAN BIDIN'    Hevserokê HDP'a Bajêr Çîçek, diyar kir ku ji ber leşker ji serma mirinê ew xemgîn in û ew naxwazin tiliya mirovekî jî li kevir nekeve. Çîçek, anî ziman ku mafê jiyanê mafekî pîroz e û bi awayekî tund bertek nîşanî mirina herdu leşkerên ji serma mirin da. Çîçek got: "Ma di sedsala 21'an de tiştekî wisa mimkun e? Em di kîjan sedsalê de dijîn? Ji ber bazirganiya şerî leşker ji serma dimirin. Bang li hemû kesên xwedî hesasiyet dikim; tenê tiştek heye, ew jî divê rê li ber şer û mirinan bê girtin. Bazirganên şer, bi mirina mirovan serketina xwe didin der. Yanî li wir mirina van leşkeran ji bo dewletê bêwate ye. Berê jî me tiştên bi vî rengî dîtin. Tiştên pêk tên qedera vî welatî ye. Ji bo mirov nemirin, divê em bi hev re bertekê nîşan bidin."    CHP: ÎHMALKARÎ TUNE YE    Alîgira Seroka CHP'a Bajêr Şanli jî, sersaxiya malbatên leşkerên mirin kir û diyar kir ku ew ji ber vê xemgîn in. Şanli, bilêv kir ku şert û mercên jiyana li bajêr nayên zanîn û got: "Kes ji me jî nikare rê li ber felaketên xwezayê bigire. Îsal berî pel biweşin serma dest pê kir. Ne bawer im îhmalkarî hebe. Walî di daxuyandiya xwe de ragihand ku lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Em ê lêpirsînên hatine kirin bişopînin."    MA / Semra Turan