'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin 2018-10-28 09:07:45   ENQERE - Ji ber qanûneke ku di sala 1934'an de hatiye derxistin, ji girtiyê nexweş Mehmet Çelebî Çalan 3 hezar û 951 lîre pere "heqê xwarinê" hat xwestin. Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaşê ev mijar xist rojeva Meclîsê û diyar kir ku ev rêbaz rêbazeke cezakirinê ye.    Di sala 1934'an de "Qanûna Jimare 2548'an a Heqê Xwarin û Xercên Mehkûman" hat derxistin. Ji ber vê qanûnê girtîgehê "heqê îaşeyê" bi navê xwe yê dîtir "heqê xwarinê" ji girtiyan distînin. Di çarçoveya vê qanûnê de ji girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Çelebî Çalan jî 3 hezar û 951 lîre "heqê xwarinê" hat xwestin. Çalan, diyar kiribû ku ew girtiye û nikare vî pereyî bide, lê belê îtiraza Çalan hatibû redkirin.    Li ser vê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ev mijar xist rojeva Meclîsê û der barê vê de pêşniyazpirsek berpêşî Wezareta Dadê kir.    Beştaş, destnîşan kir ku ev qanûn ne li gor şert û mercên niha ye û divê bê rojanekirin. Beştaş got: "Ev qanûn di salên 30'yî de hatiye derxistin. Îktîdara ku her roj li gorî berjewendiyên xwe qanûnan çêdike, di meseleyeke ev qasî girîng de vê qanûnê li girtiyan ferz dike. A rast ev yek nêzîkatoiya îktîdarê jî nîşan dide. Kesên bi belge diyar dikin ku rewşa wan a aborî nebaş e jî, ev pere ji wan tê xwestin."Beştaş, destnîşan kir ku ev rêbaz rêbaza cezakirina pêvekî ye û got: "Divê rojek berî rojekê ev yek ji holê bê rakirin. Em ê heta dawiyê vê mijarê bişopînin."    Her wiha Beştaş, anî ziman ku divê bi tu awayî ev pere bi taybetî ji malbatên girtiyên nexweş û rewşa wan a aborî nebaş neyê stendin.    MA / Diren Yurtsever