ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-28 09:00:19   * Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê, li cihê hêlîna caretta carettayan, destûra çêkirina pîstê da.    * Nûnerê ÎHD'ê Dora Şeker, bi Sîsê Bîngol (85) re li girtîgehê hevdîtin çêkir. Dora, diyar kir ku ji ber temenê wê û nexweşîna wê rewşa Bîngolê xirab e û divê bê berdan.    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, di bin navê xizmetê de li ser bandên zer ên li ser peyarêyan ji bo kesên berastengên dîtinê hatine çêkirin, dîregên ceryanê çikandin û darên palmiyeyê danîn.    * Xwendekar Çîsel G., ku bi şideta hîndekar Mehmet A. re rû bi rû ma, got: "16 sal in mêr xwe dispêrên polîtîkayên AKP'ê."    * Derûnînas Mehmet Basrî Çelîk, der barê "Sonda xwendekaran" de pirtûka Psîkyatrîst Frantz Fanon a "Çermê reş rûpoşa spî" bibîr xist û wiha got: "Bi vê sondê dixwazin rûpoşa spî têxin rûyê kurd, ereb, ermenî, çerkes, lazan."      * Ji ber qanûneke ku di sala 1934'an de hatiye derxistin, ji girtiyê nexweş Mehmet Çelebî Çalan 3 hezar û 951 lîre pere "heqê xwarinê" hat xwestin. Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaşê ev mijar xist rojeva Meclîsê û diyar kir ku ev rêbaz rêbazeke cezakirinê ye.    * Li Midyadê, rêber û dildarên Dêra Mor Gabrîel a suryaniyan, wêneyên suryaniyan û dêrê nîşanî serdêran didin û dibêjin "Wêne temsîlî, gor rasteqîn in" û bi vî awayî behsa êş û azarên ku suryanî bi wan re rû bi rû mane vedibêjin.     * Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku hevdîtina wan a ji bi partiyên kurdan re tenê ne ji bo hilbijartinên herêmî ye û got: "Hevdîtin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî girîng in. Heta yekîtiya netewî pêk neyê, dê kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statu."    * Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, diyar kir ku ji ber bazirganiya şerî leşker ji serma dimirin û Alîgira Serokê CHP'a Dersimê Handan Kahraman Şanli jî, bilêv kir ku ew ê lêpirsînên hatine kirin bişopînin.    * Baroya Rihayê, dê Desteya xwe ya Giştî ya Asayî li Salona Konferansa Tahir Elçî pêk bîne. (09.00-17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqerê, dê derbarê binçavkirinên endam û rêveberiyên xwe yên bajêr de, li ber avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (13:00)   * Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), dê panela "Kapîtalîzm Krîze, Sosyalîzm çareseriye" li Salona Şanoya Ciwanî ya Kulturparka navçeya Konakê pêk bîne. (12.30)