Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike 2018-10-27 17:40:58   AMED - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên ji avahiya HDP’ê ya bajêr derketin, polîsan bi “Gumana diziyê” paşve kelepçe kirin û nasmameyên wna di GBT’ê re derbas kirin. Dema ku rêveberên partiyê bertek nîşan dan polîsan ji wan re got: “Ji xwe Suleyman Soylu tişta pêwîst dike.”   Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, dema ji avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê derketin, ji aliyê polîsên di wesayîta tîpa Ford a Ranger a derbara avahiyê hatin rawestandin û paşve hatin kelepçe kirin. Polîsan piştî ciwana dan wesayîta xwe û heya kontrola GBT’ê bi dawî bû, kelepçe ji destên ciwanan venekirin. Hat diyar kirin ku polîsan li ser ciwanên li derdora xwe mêze kirin xistin û ji wan re gotin “Ger hûn ditirdin neyên vê derê.”   Hat xuya kirin ku polîsan bi îdîaya “gumana diziyê” endamên Meclîsa Ciwanan di kontrola gebetê re derbas kirin. POLÎS: SOYLU TIŞTÊN PÊWÎST DIKE Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî polîsan da. Li ser vê yekê polîsan ji HDP’iyan re got: “Ji xwe Suleyman Soylu tişta pêwîst dike.”   Ciwan piştî kontrola GBT’ê hatin berdan.