Li Şirnexê tevgera leşkerî 2018-10-27 17:19:16   ŞIRNEX - Li Şirnexê, tevgera hewayî destpê kir, leşker bi helîkopteran hatin sewqkirin.    Li navenda Şirnexê, tevgera hewayî ya helîkopteran dest pê kir. Ji Fermandariya Cendirmeyan a 23’emîn a li navenda bajêr helîkoptar li du hev rabûn û ber bi herêma Çiyayê Cûdî ve çûn. Li aliyê din, li navenda bajêr ewlekariyê zêde hatiye girtin û sewqiyeta wesayîtên zirxî yên leşkerî pêk hat.