Polîsan li Mêrsînê kesek binçav kir 2017-10-26 11:19:29 MÊRSÎN – Li Mêrsînê di serdegirtina malê de Bayram Çaglar hat binçavkirin.  Polîsan li Mêrsînê serê sibê bi ser malekê de girt û welatiyê bi navê Bayram Çaglar binçav kir. Hinceta binçavkirina Çaglar nehat zanîn û ji bo îfadeyê wî birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.