Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne 2018-10-27 15:29:21 COLEMÊRG - Li 2 gundên Geverê yên lehî rabû av, ceyran û amûrên xwarinê tuneye. Gundiyan banga alîkariya lezgîn kirin û gotin: “Ger derdora robar neyê avakirin, emê bi karesatên wiha re tim rû bi rû bin.”  Ji ber taviya barana zêde li gundên Qadiyan û Alekan ên navçeya Gevera Colemêrgê lehî rabû. Gundê ji 150 malan pêk tên 20 kîlometre dûrî navçeyêne. Di karaseta lehiyê de gelek mal û axurên gundiyan dibin avê de man. Bi sedan kes ji gundan derketin û li gel xizmên xwe yên navçeyê bi cih bûn. Ev sê rojin li gund ceyran û ava xwarinê tuneye. Hîna jî malê gelek gundiyan dibin avêdne. Gundiyan, diyar  kirin ku di rewşek zor dene û bang alîkariya lezgîn kirin.    MUXTAR: BI  LEZGÎNÊ AV, CEYRAN Û AMÛRÊN XWARINÊ PÊWÎSTIN    Muxtarê gundê Qadiyan Eşref Çetînkaya, diyar kir ku piştî barana barî ya 4 rojan, şeva 25’ê Cotemehê taviya baranê lê kir û wiha got: “Ji nişkê de taviyê lê kir. Ev jî bû sem ku lehî rabe. Bi lehiya rabû re em necar man ku malên xwe terk bikin. Gelek mal dibin avê de man. Dar û axurên me ber avê çûn. Bi zorê me karî em canê xwe û sewalên xwe xelas bikin. Ji bo ku gundiyên neçar man biçin nêzî navçeyê bi cih bibin, paşve vegerin, bi lezgînî pêdivî bi av, ceyran û amûrên xwarinê he ye. Binesaziya gund ser û bin bûye. Niha dilopek ava vexwarinê jî tuneye. Pirsgirêka xwe gerim kirinê heye. Divê demildest ev pêdiviyên me bên derbaskirin.”    ‘HEMÛ AMADEKARIYÊN ME YÊN ZIVÎSTANÊ BER AVÊ ÇÛN!’   Ji gundiyên mexdûr Abdulgaffûr Kamerî jî, da zanîn ku hemû amadekariyên wan hê ji bo zivistanê ber avê çûn û wiha got: “Pêwîstiya  me bi alîkariyek lezgîn heye. Emû amûrên me yên xwarinê dibin avê de man. Sewalên me di çi rewşê dene em nazanîn. Bê navber baran bariya. Em hêdî dikin ku rewş xerabtir kebe.+   'DIVÊ ROBARAN SERERAST BIKIN’   Rifat Çelîk jî, anî ziman ku divê robarê di gund re derbas dibe sererast bikin û wiha bilêv kir: “Ger derdora robaran ji nû de neyên çêkirin em tim rastî karesatên wiha bên. Hemû xwarinên gundiyan dibin avê de man. Lehiya zirarek mezin da gundiyyan. Em bang piştevaniyê li hemû gelê xwe dikin.”