Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir 2018-10-27 13:44:58   STENBOL - Zîrveya ku Tirkiye, Rûsya, Firansa û Almanya beşdar bibin û li ser geşedanên li Sûriye pêk tê niqaş bikin îro li Stenbolê dest pê dike. Beriya Zîrveyê hevdîtinên du alî dest pê kir. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov rûniştin.      Zîrveya çaralî ya ku Tirkiye malovaniya wê dike û mijara wê Sûriye be, bi tevlêbûna Almanya, Fransa û Rusya li Stenbolê dê îro dest pê bike. Zîrveya ku Tirkiye, Rûsya, Firansa û Almanya beşdar bibin û li ser geşedanên li Sûriye pêk tê niqaş bikin. Di zîrveyê de dê geşedanên li Sûriye pêş dikevin bên niqaşkirin û piştî Mutabakata Soçî geşedanên li Idlib, encamên civînên Astana û Cenevre dê bên niqaşkirin. Piştî civîna 4 welat beşdağr bibin dê encamnameya civînê bi encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Seroka Almanya Angela Merkel, Serokomarê Firansayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet ê li Sûriye  Staffan de Mistura jî dê tev li zîrveya li Stenbolê bibin. Beriya Zîrveyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, bi Wezirê Karên Derve yê Rusya Sergey Lavrov re hevditin kir Wezîrê Parastinê yê Tirkiye Hulusi Akar, Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu jî hevdîtin kirin.