Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin 2018-10-27 12:35:17 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bertek nîşani binçavkirina endame MYK'ê Alî Riza Yurtsever da û got: “Xalên CMK'ê îhlal dikin. Yurtsever ji nexweşiya pençeşêrê tê dermankirin. Binçavkirin bandora neyinî li ser tenduristiya wî dike."    Li Enqereyê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Alî Rıza Yurtsever û wekîlê HDP'ê yê berê Îbrahim Binicî jî di navde 8 kes hatin binçavkirin. Yurtsever ê hat binçavkirin ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Binîcî jî li nexweşxaneya dihat dermankirin binçav kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bertek nîşani binçavkirina endame MYK'ê Alî Riza Yurtsever da û got: “Xalên CMK'ê îhlal dikin. Yurtsever ji nexweşiya pençeşêrê tê dermankirin. Binçavkirin bandora neyinî li ser tenduristiya wî dike." Turkdogan, diyar kir ku hêj sedema operasyonê nisanin û wiha got: "Ez bawer dikim ku der barê mijarên çend sal berê de ne nû lêpirsîn vedikin. Hemû kesên şikdar bang li wan dikin û îfadeya wan digirin. Di Qanûna Dadgehên Ceza (CMK) de ev mijar pir aşkere vekirî ye. Li gorî qanûnê dê biçin îfadeyê bidin û serbest berdin. Lê ev ne wisa ye. Xala CMK'ê îhlal dikin. Bi taybeti piştî OHAL'ê xala CMK'ê aşkere îhal dikin. Weki ku sucdar be nêzîk dibin. Ev raste rast li dijî qanûnan e. Rojên borî jî Temel Demirer û komek mirovên din hatin binçavkirin. Wê demê jî heman rewş pêk hatibû.  Di vê mijarê de îhlalên mezin çê dibin. Polîs di saetên serê sibê de bi ser malên wan de digirin. Weki sucdarê mezin be rewşê ava dikin. Li hemberî şêniyên taxê û cîranan rewşek sucdar ava dikin. Bi vî rengî karneya masumiyetê reş dikin. Li dijî mafê mirovan e. Bê hurmetiya li dijî mafê mirovan e. Alî Rıza Yurtsever derman dibû. Nexweşê pençeşêrê bû. Binçavkirin dê tendurisita wî neyinî pêş bişe. Divê bi lez bê berdan."