Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt 2018-10-27 09:30:15 MÊRDÎN - Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ewil navê taxa Berçem guhertin û kirin tirkî û piştre muxtarê taxê Mahsum Aslan ji peywirê girtin. Aslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev desteserkirina vîna gel e. Aslan, anî ziman ku heta niha der barê wî de tu lêpirsîn tune û ji ber ku HDP'ê dengekî zêde li vir girtiye ew ji peywirê girtine.  WezîrFê Karên Hundir di 15'ê Cotmehê de, piştî biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) muxtarê 103 gundan û 156 taxan bi giştî 259 muxtar ji peywirê girtin. Herî zêde li Mêrdîn muxtar ji peywirê hatin girtin. Li Mêrdîn û navçeyên wê 65 muxtar hatin dûrxistin. Beriya ku qeyûm bên tayînkirin navê taxan ên bi kurdî guhertin û kirin tirkî. Navê taxa Berçem wekî Şahkulubey guhertin. Piştre keyayê taxê ji peywirê girtin. Muxtarê taxê Mahsum Aslan piştî ji kar hat dûrxistin bertekên xwe anîn ziman. Aslan, anî ziman ku heta niha der barê wî de dozek jî nehatiye vekirin û tenê sedem ewe ku ji taxa wan dengê HDP'ê zêde derketiye. Aslan, di sala 2014'an de ji nava 8 kesan hat hilbijartin. Nêzî 4 hezar deng girtin. Aslan keyatiya taxa ku 10 hezar nifusa wê heye dikir. Aslan di sala 1994'an de ji aliyê DGM'ê ve rastî 3 sal û 4 meh ceza hatibû. Piştî wê rastî tu lêpirsîn û ceza nehatiye. Di hilbijartina dawî de li taxa Berçemê HDP'ê ji sedî 80 û AKP'ê jî ji sedî 12 deng girtin. Piştî Qeyûm muxtar ji peywire girt êdî karê fermî yên li taxê rawestiya. Qeymeqam/Qeyûm piştî MAhsum Aslan ji peywirê girt bi azayên taxê re hevdîtin kir, lê hevdîtin bê encam ma û niha tax bê muxtar maye.    ASLAN HÊJ MUXTARÊ TAXA ME YE   Şêniyê taxê Nurettin Oncel, diyar kir ku her çend qeyûm muxtarê taxa wan ji peywirê bigire jî Mahsum Aslan hêj muxtarê taxa wan e û wî wekî muxtarê taxa xwe qebûl dikin. Oncel, da zanîn ku bi van qeyûman diyar dikin ku vina me qebûl nakin. Lê em jî dibêjin kê tayîn bikin bila bikin her dem vîna me ew kesê ku me hilbijartiye ye.    Muxtar Mahsum Aslan jî diyar kir ku ew pêdiviyê bi parastinê nabîne û wiha got: "Gel der barê min de çi bêje ew ji bo min esas e. Parastina min gotina gelê taxê ye. Ez niha muxtarê taxa ku mirovên di sala 90’an de gunde wan hatiye xerakirin û şewitandin dikim. HDP'ê li vir dengê zêde stend. Îktîdarê ev yek qebûl nekir. Lê ev rastiya gel e. Gel li vîn û nasnameya xwe li rûmeta xwe xwedî derdikeve. Tenê bi teblîgatekê diyar kirin ku em ji peywirê hatine girtin. Sedem jî tiştekî şênber tune ye. Ji ber ku HDP’ê ji sedî 80 deng girtiye em ji peywirê girtin. Wekî din tu sedem tune ye. Qeyûm jî tayîn bikin gel biryar û sekna xwe naguherîne. Biryara gel çi be nayê guhertin. Ev bê tehamuliya li dijî kurdan û li dijî kurdî ye."    MA / Ahmet Kanbal