Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin 2018-10-27 09:17:34 KOCAELÎ-  Karkerên Flormarê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin diyar kirin ku wan havînî çalakiya xwe berdewam kir û ew dê di şertên zivistanê de jî çalakiyên xwe berdewam bikin. Karkeran anîn ziman ku heta bi ser bikevin dê çalakiyên wan berdewam bike.  132 karkerên Firmaya Kozmetîk a Flormarê ya li Herêma Sanayiya Organîze ya Gebzeya Kocaeliyê (GOSB), ku piraniya wan ji jinan pêk tên; ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin ji 15'ê Gulane heta niha li pêş fabrîqeyê çalakiyê pêk tînin. Karkerên ku di saetên mesaiyê de çalakiyê pêk tînin, diyar kirin ku wan havînî çalakiya xwe berdewam kir û dê zivistanî jî çalakiyên xwe berdewam  bikin. Karkeran anîn ziman ku heta mafê xwe bi dest bixin û heta bi ser bikevin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.    DESTÛR NADIN EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN   Karker Nûrhan Guler, anî ziman ku 14 salin karkera Flormarê ye û ked daye û wiha got: “Em ji 15'ê Gulanê heta niha li vir li ber xwe didin. Me tu carî coş, barewî û biryara xwe winda nekiriye. Piştgirî û şêwirmendî bêtir hêzê dide me. Di çalakiyê de em rastî gelek astengî û zextan hatin. Lê me dest ji çalakiya xwe berneda. Piştî OHAL rabûn zext  dîsa berdewam kirin û zêde bûn. Bi riya walî zext li ser me zêde kirin. Mudaxaleyî amûrên me yên deng kirin. destûr nedan ku em dengê xwe bilind bikin. Pankartên me çirandin. Destûr nedan ku em li ser peyarêyan jî rûnên. Lê ew çi bikin bila bikin em dê li vir çalakiyên xwe berdewam bikin. Li dijî sind û pîvanan peyman fesh kirin. Em nikarin ji meaşê betaliyê jî sûdê bigirin."  Guler, anî ziman ku hevalên wan ên krêdî kişandine û di xaniyên kirê de hene û tevî her tiştî li vir çalakiya xwe berdewam dikin. Guler, da zanîn ku heta mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Guler, bilêv kir ku ew dê zivistanê jî çalakiya xwe berdewam bikin û bawer dikin ku çalakiya wan ji hemû karker û kedkaran re bibe hevî û coş. Guler, da zanîn ku berxwedan û serkeftina wan dê ji hemû karkerên din re jî bibe hevî û bawerî û ji ber vê yekê ew dê tevî hemû şert û mercên giran berxwedana xwe berdewam bikin."    Karker Zuhal Aktaş, Filiz Kılıç, jî heman tişt anîn ziman û diyar kirin ku ew bawer dikin ku dê bi ser bikevin û heta mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin."    MA / Elif Çetiner