Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin 2018-10-27 09:16:48 STENBOL - Derûnînas Ebru Akkoyun, diyar kir ku dibistan cihê ku xwendekar lê kêfxweş bibin, zane û perwerde bibin e û ne cihê ku bi sonda xwendekaran bên dijberî hev û li hev sor bibin. Akkoyun, xwest li şûna sonda xwendekaran metnekî gerdûnî û azadîparêz be.  Berter û nerazîbûnên li dijî biryara Şûreya Dewletê ya Sonda Xwendekaran zêde dibe. Derûnînas Ebru Akkoyun, biryar rexne kir û da zanîn ku li şûna vê sondê divê sondek ku bêtir gerdûnî û azadîparêz be. Akkoyun, anî ziman ku xwendekarên ku temenê wan 4 û 7 salî bin, di aliyê pêşketina hiş de bêtir di milê sehekî û ferasetî de pêş dikevin û wiha got: "Di nava zarokan de têgeha şênber û razber tune ye. Ger ku tiştek bala zarokan bikişîne dikare dest ji yên din berde. Piştî wê salên navbera 7-11'an tê. Ev koma zarokan rastî serdema tiştên şênber tên. Di vê serdemê de xwendekarên ku "Sonda xwendekaran" dixwînin, rastî têgehên welat û rêgezan ên şênber tên. Zarok nikarin vê yekê têbigêjiin û serxwext nabin. Sonda xwendekaran heta sala 13'an tê xwendin. Ji ber vê yekê di navbera salên 11-13 xwendekar hem şênber û hem jî rezger dikarin bifikirin. Dikarin welat û rêgezan fêr bibin. Di destpêka ku zarok dibin xwedî nasname û êdî xwe nas dikin. Di vê destpêka ku zarok li xwe digerin û pirsa "Êz kîme, mirovekî-e çawa me? Li hundir û li derve çi dibe? û pirsan dike ev sond li ser wan tê ferz kirin. Xwendina Sonda Xwendekaran dibe ku bandorên cuda li ser xwendekaran bike. Di nava sondê de dibêjin 'Bila hebûna min bi qurbana hebûna tirkan be. Beden û hebûna xwendekarekê-î dikin qurbana yek din. Vê yekê her sibe dubare dikin. Dibe ku xwendekar û zarok bertek jî nîşanî vê yekê bidin. Ji bo bav û dayika zarok jî heman tişt derbas dibe. Ger ku dayik û bav her sibe tiştekî li ser zarokên xwe ferz bikin piştî demekê dibe ku bibe sedema bertekên zarok. Dibe ku tersê wê jî bike.    LI TIRKIYE ERMENÎ, KURT Û NASNAMEYÊN DIN HENE   Akkoyun, da zanîn ku li Tirkiye nasnameyên Rûm, Ermenî, Kurd û nasnameyên din ên cuda hene û wiha got: "Ev sond yek tîpê ava dike. Dibêji 'Em hemû zane ne. Em hemû tirk in. Em hemû rast in. Hemûyan dikin yek tîp. Ger ku wisa be zarokên xwedi nasname û nijadên din hene. Li malên xwe bi ziman, nasname û baweriyên cuda dijîn. Li vir gotin pir girîng e. Ziman bandorek mezin li ser hiş û baweriyê ava dike. Di serdema ku zarok kamil dibe ev nakokî dikeve serê wî. Heta ku hebe jî dê vê nakokiyê bijî.    DIVÊ SOND AZADÎPARÊZ BE   Akkoyun, da zanîn ku zarok ne di temenê ku bê birêvebirin de ne û xwest li şûna vê sondê sondek ku bêtir azadîparêz û gerdûnî be. Akkoyun, xwest zarok di vî temenî de azad bên hiştin û bi xwe biryara xwe bidin û karibin xwe bi xwe îfade bikin û wiha bi dawî kir: "Dibistan cihê zarok lê bilîzin û şa bibin. Cihê ku lê fêr bibin, lêpirsîn bikin û pirsan bipirsin. Cihê ku lêkaribin bifikirin û karbin bi xwe biryara xwe bidin. Karibin bibêjin na. Divê sond her kesî hembêz bike û perçe neke."    MA / Sadiye Eser