Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin 2018-10-27 09:16:05 ÎZMÎR- Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê dermankirina girtiyê bi nexweşiya pençeşêra Troidê Yılmaz Suncak asteng dike û destûr nade biçe derman bibe.  Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê ku li Navçeya Alîaga ya Îzmirê ye girtiyê nexweş Yilmaz Suncak ku di rapora Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de heye jî nayê dermankirin. Yilmaz Suncak di sala 1993'an de hat binçavkirin û piştî 50 rojan rastî îşkenceya giran hat, hat girtin û piştre rastî cezayê muebeta giran hat. Suncak ku 26 salin girtî ye, bi nexweşiya pençeşêra troidê ketiye. 5 meh berê li Nexweşxwaneya Dewletê ya Yeşilyurtê dohnê troidê hat hilgirtin. Yilmaz suncak ji ber nexweşiya xwe divê her ji 6 mehan carekê li Endokrinolojiyê bê kontrolkirin. Suncak, li gel ku nexweşxaneyê randevû daye wî jî rêveberiya girtîgehê destûr nade ku Suncak biçe nexweşxaneyê derman bibe.    'HER GIRTÎGEHEK ÎŞKENCEXANEYEK E   Xwişka Yilmaz Suncak Gulizar Suncak ku hefteya borî li girtîgehê hevdîtin kir, diyar kir ku birayê wê nexweşê pençeşêrê ye û destûr nadin ku biçe randevûyê û derman bibe. Gulîzar Sûncak anî ziman ku diviya bû di 18'ê Cotmehê de biçûya randevûyê û tedawî bûbûya, lê j ber ku rêveberiya girtîgehê destûr neda nekarîbû biçe. Gulizar Sunçak wiha got: "Birayê min ji bo tedawiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê dabû. Ji bo şopandina daxwaznameyê, nûmere ji rêveberiya girtîgehê xwest. Lê rêveberiya girtîgehê diyar kir ku daxwazname neşandine û dê neşîne. Li ser daxwaza birayê xwe min serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê da. Yilmaz hem bi nexweşiya giran a astimê ye. Hem jî bi ulsera mahden e. Li aliyê din bi nexweşiya pençeşêrê ye. Di nava şertên giran de tê girtin. Ji bo girtiyên nexweş ên gran ev şert îşkence ye. Ger ku dermanê girtiyê nexweş neyên dayîn ji bo wan mirin e. Wan terkî mirinê dikin.  Li kawîşa ku Yılmaz lê tê girtin mehek berê lêgerîn kirin. Birayê min salek berê çîrok û helbest nivîsandibûn. Lê rêveberiya girtîgehê bêyî hincetan nîşan bide hemû nivîsên wî desteser kirin.    ARMANCA DEWLETÊ EWE KU GIRTIYÊN NEXWEŞ BIMIRIN    Suncak, destnişan kir ku di demên dawî de gelek girtiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin birayê min û hemû girtiyên nexweş serbest berdin. Şertên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş mirin û işkence ye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û dermanê wan nadin wan. Armanca dewletê ewe ku girtiyên nexweş li hundir bimirin e. Girtiyan bi van rêbazan terkî mirinê dikin. Berê jî gelek girtiyên nexweş mirin. Ma ji bo ben berdan îlla divê bimirin? Dema min mirayê xwe dît rewşa wî pir xerab bû. Ger ku Yilmaz jiyana xwe ji dest bide berpirsiyar pergal e. Îro efoyê niqaş dikin, lê ne ji bo girtiyên nexweş e. Ji bo tacîz û tecawizkaran e."    MA / Ruken Demir