‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake' 2018-10-27 09:14:56 EDENE - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, bal kişand ser biryara Sûreya Dewletê ya “Sonda xwendekaran" ku dîsa anî rojevê û wiha got: "Ev biryar ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye û xizmeta aştiyê na ke.  Daîreya 8'emîn a Şûreya Dewletê di 19'ê Cotmehê de, hikmê rêziknameya "Sonda xwendekaran" a ji 1933'an de li dibistanan dihat xwendin rakiribû 5 sal şûnde betal kir bu sedema bertek û nerazibûnan. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), biryara der barê "Sonda xwendekaran a Şûreya Dewletê a Daîreya 8’emîn îtiraz kir û xwest biryarê rawestîne. Têkildarî biryarê bertek û nerazîbûn zêde dibin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, bertek nîşanî biryara Sûreya Dewletê ya “Sonda xwendekaran" da û anî ziman biryar ne hiqûqî ye û xizmeta aştiya civakî nake. Ongor, destnişan kir ku civaka Tirkiye êdî 'Sonda xwendekaran' qebûl nake û ev biryar nasnameya kesên din û nasnameyên din tune dihesibîne û wiha got: "Ev biryar hişmeniya Îttihat û Terakkî nîşan dide. Ev biryara sondê xizmeta aştiya civakî û aramiyê nake. Divê sond li gorî Peymana Azadiyan û Mafê Mingehîn a Ewropa be. Divê sondek gerdûnî be. Ji ber ku li Tirkiye nasname û baweriyên cuda hene ev sond xizmeta aştiya civakê nake û li dijî pîvanên hiqûqê ye.    MAZLUMDER: SOND LI DIJÎ MAFÊ ZAROKAN E   Serkokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Edeneyê Prz. Mehmet Alî Onal, jî bal kişand ser biryarê û destnîşan kir ku ev li dijî mafê zsarokan  û mafê wekheviyê ye. Onal, da zanîn ku her çend gelek partiyen siyasî piştgiriyê bidin vê biryarê jî bi heman rengî ew qas beşên civakê û gel li diji vê biryarê ne û dê bi xwe re perçekirin û rageşiyê zêde bike û wiha got: "Xwendekarên li vî welatî tenê ji reng, bawerî û nasnameyekê pêk nayên. Ji nasname û rengên cuda pêk tên. Ji ber vê yekê gotina ‘Ez tirk im, rastim zane me..." her kesi neçarî tirkbûnê dike. Bedena kesên ne tirk dike xizmet û diyariya civaka tirk. Ev yek nayê qebûl kirin. Li vî welatî tenê tirk tune ne. Li vî welatî kurd, tirk, ereb, çerkez û gelek nijadên din hene. Ev qet nayê qebûlkirin.    MA / Ergin Çaglar