Keya tayînî gundên vala kirin! 2018-10-27 09:14:05 COLEMÊRG - Gelek gundên navçeya Çelê, di salên 90'î de hatin valakirin û niha jî wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Lê belê derket holê ku keya tayînî van gundan hatiye kirin.  Li Colemêrgê gelek keya ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Lê belê derket holê ku keya tayînî gundên girêdayî navçeya Çelê yên di salên 90'î de hatin valkirin û niha wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin, kirine. Hat hînbûn ku Walîtiya Colemêrgê û Qeymeqamtiya Çelê keya tayîn kirine.    Li gundên ku keya tayînî wan hatin kirin kes najîn û wekî herêma ewlehiya taybet hatine îlankirin. Lê belê hat hînbûn ku, ên tayînî van gundan hatine kirin cerdevan û kesên nêzî AKP'ê ne. Qeymeqamtiyê û Walîtiyê ji bo gundên girêdayî navçeya Çelê; Bilêcan, Marûfan, Şîvişk, Ziyanîş, Bêtût, Erbîş, Erîş, Ertûş, Şîvarezan û mezrika Bêh, Bêlat û Tekevlerê erka keyatiyê dane hin kesan. Hat diyarkirin ji bo van gundên kes li wan najîn, erka keyatiyê dane cerdevanan û ev kes ji bo vê meaş jî distînin. Kesên bixwazin biçin van gundan divê destûrê ji kesên erka keyatiyê dane wan bistînin.    Gelê herêmê der barê mijarê de gotin, ji bo ew biçin gund divê pêşî ew destûrê ji van kesên hatine tayînkirin bistînin û ev ekya li van gundên ku kes lê najîn agahiyan berhev dikin. Gelê herêmê bertek nîşanî vê yekê dan.    MA / Fethi Balaman