Rojnameger Çelîk: Em li dijî zextan bibin yek û dengê xwe bilind bikin 2017-10-26 10:41:18 STENBOL - Rojnameger Omer Çelîk, du di 25'ê Cotmehê de hat berdan, bal kişand ser perçekirina medya û wiha got: "Me hêz da van kesên ku zextan li ser çapemeniyê dike. Ger ku em li dora nasnameya rojnamegeriyê bûbûna yek ev zext li ser me pêk nedihatin. Divê em nasnameyên xwe yên civakî, çandî û siyasî dinin aliyekî û em li dora nasnameya pîşeyî bibin yek û dengê xwe bilind bikin.  Midûrê Ajansa Nûçeyan a  Dîcleyê (DÎHA) Omer Çelîk ku li gel 5 rojnamegerên din ji doza maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên di Redhackê de hatin belavkirin, girtî dihat darizandin, piştî 10 mehan gritî ma serbest hat berdan. Çelik, lîstik û pêkanînên li ser rojnamegeran ji Ajansa Mezopotamya re vegot.    'GUHERTIN TUNE ZEXT HENE'    Çelîk, anî ziman ku dema li konjonkturên siyasî yên beriya bê girtin û niha dinere tu guhertin tune û wiha got: "Li dijî guhertinan zextên li ser rojnamegeran zêde bûye. Zextên li ser civakê û zextên li ser çapemeniyê zêde bûne. Girtina hevalên me jî nîşana vê yekê ye. Li salona 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran  gelmek polîs û leşker hebûn. Ev jî nîşan dide ku daraz di bin zextên polîs û leşkeran de tev digerin. Daraz di bin zextan de kar dike. Tenê mirov li zext û tundiya li salona darazê binere mirov dikare bi hêsanî rewşa Tirkiye jî analîz bike.  Li Tirkiye çapemenî kediye destê qelemşoran. Li ser navê rojnamegeriyê qelemşora îktîdarê dikin. Ev rewş di mailan de derket holê.'     Çelîk, destnîşan kir ku dema derketin pêşberî daratê îşkenceya li ser xwe anî ziman heyeta dadgehê ji vê yekê bêzar bû û wiha got: "Ev nîşan dide ku wekî îşkence li Tirkiye tune be tev digerin. Dadger got ev 'Karê tali ye em derbasî esasê bibin' Bi vî rengî xuya dibe ku daraz jî çavê xwe ji îşkence û binpêkirina mafan re digire. Daraz jî li Tirkiye polîtikaya zext, tundî û hilandinê bi rêve dibe. Ji ber ku zimanê min kurdî ye, tiştek ji parastina kurdî ya zimanê zikmakî xwezayitir tune. Lê heyeta dadgehê li hemberî kurdî tehamul nekir. Parêzerê Wezîr Albayrak got “Zimanê fermî yê Komara Tirkiye tirkî ye. Ez dixwazim ji bersûc bipirsim ka bi tirkî zane ya na?"  Ev bi xwe nîşan dide ku tehamula wan a li hemerî kurdî tune ye. Diviya bû der barê sucdarkirina me de gotinên me jî bigirtina. Em der barê nûçeyên Sûr û Cizîrê de hatin darizandin. Heyet ji vê rastî û heqîqetê tirsiya.    'DIVÊ DAMARA MUXALÎF BIBIN YEK'   Çelîk, destnîşan kir ku zexta li ser rojnamegeran ji berê zêdetir bûye û divê hemû rojnameger di milê pîşeyî de bibin yek û nasnameya xwe dînin aliyekî di milê pîşeyî de piştevanî û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê rûmeta vê pîşeyê bê parastin. Divê hemû rojnamegerên muxailf bibin yek. Piştevaniyê em ji girtîgehê derxistin. Ger ku em vê piştevaniyê xurt bikin dê hevalên me yên din jî derkevin."    'EZ DÊ BÊTIR BINPÊKIRINA MAFAN BÎNIM ZIMAN'    Çelik, anî ziman ku rastiya girtîgehan her dem li Tirkiye heye û wiha got: "Bav, dayik, bira xwişk û zarok her kes ji mafê xwe tê mahrumkirin. Li Tirkiye rewşa 12'ê Îlonê xwe dubare dike. Hêj 3 hefte berê hevserên 70 salî hatin girtin. Ev tabloya li Tirkiye nîşan dide. Zextên li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Ji bo zextên heyî bên dîtin rol û rista çapemeniyê pir girîng e. Ez dê hewl bidin bêtir van zext û binpêkirinan bidim xuyakirin. "    'EM BI HEVRE NERAZÎBÛNÊN XWE BILIND BIKIN'   Çelîk, destnîşan kir ku ji ber Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ên ji heman dosyayê dihatin darizandin nehatin berdan, bi berdana xwe ne kêfxweş e û wiha got: "Ger ku hiqûq hebûya dê ev doz tunebûya. Ger ku îro hiqûq hebûya dê Tunca û Mahir bihatina berdan û rojnamegerî dê nehata darizandin. Em di nava şer tû mercên dijwar de karê xwe pêk tînin. Em bi bawerî û berpirsiyariya mafê gelan û heqîqetê vi karî dikin. Em ne ji bo aborî û kariyerê vî karî dikin. Em vî karî wekî berpirsiyariyek wîcdanî dikin. Me karê xwe kir û em dê berdewam bikin. Sedema zextên li ser çapemeniyê jî ji ber cudahiya nasnameya medya ye. Ji ber cudakarî û perçekirinê ye. Divê hemû xebatkarên medya bibin yek û li diji neheqiyan bi hevre dengê xwe bilind bikin û îtîraz bikin."