ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN 2018-10-27 09:00:22 * Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku nijadperestî û netewperestiyê ya li ser mirov û civakê wekî nexweşiya pençeşêrê ya di bedena mirov de ye û wiha got: "Di salên dawî de li Tirkiye nijadperestî zêde bûye. Birêz Ocalan li ser Nijadperestiyê berê jî gotîbû 'Nijadperestiyê herî kêm em sed sal şunde xistin' Felaketa li Rojhilata Navîn bi tevahi berhema nijadperestî û netewperestiyê ye."    * Ji ber zêdebûna dowîzan û krîza aborî esnafên li Sîteya Komirvanan a Wanê yeko yeko top davêjin. Di nav salekê de ji 62 endamên sîteyê 34'an jê dikanên xwe girtin û ên heyî jî li ber girtinê ne.    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, bal kişand ser biryara Sûreya Dewletê ya “Sonda xwendekaran" ku dîsa anî rojevê û wiha got: "Ev biryar ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye û xizmeta aştiyê na ke.    *  Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê dermankirina girtiyê bi nexweşiya pençeşêra Troidê Yılmaz Suncak asteng dike û destûr nade biçe derman bibe.    * Derûnînas Ebru Akkoyun, diyar kir ku dibistan cihê ku xwendekar lê kêfxweş bibin, zane û perwerde bibin e û ne cihê ku bi sonda xwendekaran bên dijberî hev û li hev sor bibin. Akkoyun, xwest li şûna sonda xwendekaran metnekî gerdûnî û azadîparêz be.    * Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ewil li ser tabeleyan navê park û baxçeyan guhert. Hevşaredarê Pirsûsê Halîl Akbaş, diyar kir ku qeyûm navê Navenda  Çandê ya Amara ku 33 ciwan lê hatin qetilkirin, Parka Arîn Mirxan, Parka Kader Ortakaya û Rojava guhert û wiha got: "Qeyûm dikare navê parkan jê bibe, lê nikare hafiza û hişê gel jê bibe.    *  Karkerên Flormarê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin diyar kirin ku wan havînî çalakiya xwe berdewam kir û ew dê di şertên zivistanê de jî çalakiyên xwe berdewam bikin. Karkeran anîn ziman ku heta bi ser bikevin dê çalakiyên wan berdewam bike.    * Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ewil li ser tabeleyan navê park û baxçeyan guhert. Hevşaredarê Pirsûsê Halîl Akbaş, diyar kir ku qeyûm navê Navenda  Çandê ya Amara ku 33 ciwan lê hatin qetilkirin, Parka Arîn Mirxan, Parka Kader Ortakaya û Rojava guhert û wiha got: "Qeyûm dikare navê parkan jê bibe, lê nikare hafiza û hişê gel jê bibe.    * Karkerên Superpakê yên maf û keda wan tê warin ji bo mafê xwe biparêzin 240 rojin di grevê de ne. Ji karkerên li Dîrolê li gel karkerên fabrîqeyên şîrketên Îzmir û Karamanê çalakiya xwe berdewam dikin, Mehmet Durmaz, diyar kir ku êdî ew ji bo parastina rûmeta xwe têdikoşin.    * Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ewil navê taxa Berçem guhertin û kirin tirkî û piştre muxtarê taxê Mahsum Aslan ji peywirê girtin. Aslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev desteserkirina vîna gel e. Aslan, anî ziman ku heta niha der barê wî de tu lêpirsîn tune û ji ber ku HDP'ê dengekî zêde li vir girtiye ew ji peywirê girtine.    * Li ser banga siyasetmedaran dê li Amedê bi tevlêbûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratik li avhahiya HDP'ê ya Amedê “Konferansa Çareseriya Neteweyiya Demokratîk û Kriza Rojhilata Navîn" bê lidarxistin (10.00)   * Rêveberiya Nû ya Baroya Amedê dê li mala Baroyê bernameya bi taştê pek bîne. (10.00)   * Meclîsa Jinê ya SES'ê dê komxebata "KHK, Keda Jinê û Bêewlehiyê" li Otela Akarê pêk bîne. (10.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 507’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya edaletê berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin dê di hefteya 709'an de li Qada Galatasarayê li hev kom bibin û çalakiya xwe berdewam kini. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên winda û girtiyan bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê di hefteya 454’an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 344'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)