3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan 2018-10-26 23:39:49   DERSÎM - 3 tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) ku li Navçeya Qislê derketibûn operasyone ji serma qefilîn û qerîsîn. Tîmên ku qerisîn bi helikopterê ew rakirin nexweşxaneyê. 2 tîmên qefilîn jiyana xwe ji dest dan.    Li Çoltara Sariyayla ya Navçeya Qislê ya Dersimê 3 tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) ku derketibûn operasyone ji serma qefilîn û qerîsîn. Tîmên ku qerisîn bi helikopterê ew rakirin nexweşxaneyê Hat diyar kirin ku ji 3 Tîmên Taybet ên Cendirmeyan 2 jê ji wan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir têkildari mijarê daxuyanî da. Wezaretê diyar kir ku saet di 18.30'an de ji ber bahozê 2 eskerên wan qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.