Boriyên Qeyûmê teqiyan 2018-10-26 14:46:57   ŞIRNEX – Boriyên şebekeyên av kanalizasyonê yên ku Qeyûma Şirnexê nû kiribûn teqîyan. Gelek mal di bin avê de man. Welatiyan diyar kirin ku ji qeyûmê bi gilî ne.    Li Şirnexê barana ku ji duh ve dest pê kiriye hêj dibare. Ji ber barana zêde li gelek cih û waran zerar çêbû. Gelek mal ji di bin avê de man. Bi taybetî li nava bajar ji ber boriyên qeyûmê nû kirin teqîyan gelek mal di bin avê de man. Li taxên Gundogdu, Omerkoy, Şehrî Nuh û Bahçelievlerê ji ber barana zêde û boriyên qeyûmê nû kiribûn zerarek mezin çê bû.  Boriyên şebekeyên av kanalizasyonê yên ku Qeyûma Şirnexê nû kiribûn teqîyan. Gelek mal di bin avê de man. Welatiyan diyar kirin ku ji qeyûmê bi gilî ne.    Hat diyar kirin ku Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî di bin avê de ma. Xaniyên TOKÎ ku Qeyûmê ava kiribûn jî para xwe baranê girtin û dîwarê wan ê derve hilweşiya. Welatiyên malên wan di bin avê de man bi derfetên xwe av derxistin derve. Yekîneyên şaredariyê ku di xizmeta qeyûmê de kar dikin li şûna kolanan paqij bikin li kolanên dawî xebat kirin. Ji ber kolandina rê êdî gelek rê li trafikê hatin girtin. Ji ber kolandina rê, welatî di çûn û hatinê de zahmetiyê dijîn. li Navçeya Elkê jî dîmenên wekî yên Şirnexê derketin pêş. Li navçeya Elkê ji ber baranê ceyran qut bû û dibistan ji bo rojekê ketin betlanê.    WELATIYAN DAXWAZNAME DAN LÊ...   Welatiyên taxa Gundogdu, ji bo şebekeyên kanalizasyonê berê daxwazname dan lê daxwazname li ber çavan nehat girtin. Welatiye taxê Mehmet Kabul, ku xaniyê wî di bin avê de ma, diyar kir ku berê jî xaniyê wan di bin avê de ma, lê tevî ku daxwazname dan şaredariyê jî, daxwaznameya wan li ber çavan nehat girtin û cara duyemîn xaniyê wan di bin avê de dimîne.    Welatî Fadile Kabul jî anî ziman ku rayedarên şaredariyê soz dane wan, lê soza xwe pêk neanîne û bertekên xwe nîşan da.