Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan 2018-10-26 14:40:33    STENBOL- Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye  Gurbuz dema ku ji bo îfadeya xwe bide çû dozgeriyê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî ku Gurbuz li  dozger îfadeya xwe da hat  berdan.   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nadiye Gurbuz duh dema ji bo îfadeya xwe bide çû dozger, lê dozger bêyî ku îfadeya wê bigire, agahî da Midûriyeta Polîsan û hat binçavkirin.  Gurbuz piştî lêpirsîna wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, sewqî dozger hat kirin. Gurbuz bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, hat berdan.