Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi rojnamegeran re civiyan 2018-10-26 13:32:29   AMED – Parlamenterên HDP’ê yên Amedê, bi rojnamegeran re di taştê de hatin gel hev û li ser mijarên di rojevê de nîqaş kirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, bi rojnamegerên li bajêr dimînin re di taştê hatin gel hev. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosun, Musa Farîsogullarî, Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê Zebeyde Zumrut, Hevseroka Bajêr Fîlîz Bûlûttekîn û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr Îbrahîm Çîçek beşdarî taştê bûn.    Hevseroka Bajêr Fîlîz Bûlûttekîn di taştê de axivî û got: “Ji bo hatina gel hevdû, ji berê de hatibû plankirin. Lê ji ber operasyonên siyasî yên dijî partiya me, di demê xwe de pêk nehat.”    Parlamenterên HDP’ê piştî bersiv dan pirsîn rojnamegeran, taştê bi dawî bû.