2 jê rojnameger 2 jê parêzer 12 kes hatin girtin 2017-10-26 09:59:58 STENBOL – Edîtora ETHA’yê Îsmînaz Temel û nûçegihan Havva Cuştan û parêzerên EHB’ê di nav de 12 kes hatin girtin.    Li navçeyên Stenbolê di 19’ê cotmehê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) operasyon pêk hatibû. Di nav de edîtora ETHA Îsmînaz Temel û nûçegihan Havva Cuştan, parêzer Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar jî hene 12 kes hatin girtin.    Îfadeyên binçavkiriyan li Edliya Çaglayana Stenbolê hat sitendin. Rojnameger û parêzer ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirin” hatin girtin.    Navên 12 kesên hatin girtin wiha ye: Edîtora ETHA’yê Îsmînaz Temel, nûçegihana ETHA’yê Havva Cuştan, Prz. Ozlem Gumuştaş, Prz. Sezîn Uçar, Ozgen Sadet, Onur Bînbîr, Hunkar Yurtseven, Îlhan Aslan, Îsmaîl Geçkîn, Erkan Kakça, Meral Tatar û Mazlum Demîrtaş.