7 hezar koçber di rêya DYA de ne: Trump amadekariya hilbijartinan dike 2018-10-26 13:00:29   ENQERE – 7 hezar koçber, ji welatên Emerîkaya Navîn, ji ber xizanî, birçîbûn û zextan, koçî DYA'yê dikin. Penaberên ku hewl didin bigêjin welatê xwe, berê ji aliyê Serokê DYA Donald Trump ve wekî “terorist” dihatin tawanbarkirin. Niha Trump, beriya hilbijartina 6'ê Mijdarê ya Midtermê penaberan dike amûrê hilbijartinê.   7 hezar penaberên welatên Emerîkaya Navîn ên ji ber xertên xerab, xizanî û tindiyê, li ser medya civakî xwe bi rêxistin kirin û berê xwe dan DYA'yê. Penaberên ketin rêya DYA û bi hezaran kîlometre bimeşin, rêwîtiyek dijwar li pêş wan e.  Serokê ABD’ ye populist, nijadperest, Donald Trump ji niha de kirin hedefa xwe. Trump, ji niha de ev penaberên ku berê ew wekî "terorîst" pênase dikirin kirin amûra, hilbijartinê.  Li DYA dê di 6'ê Mijdarê de 2018'de wê "Hilbijartina Midterm" pêk bîne. Di vê hilbijartinê de aliyê bi ser bikeve, dê li meclisaı nûneran û Senato piraniyê bi dest bixin û di hilbijartina 2 sal şûnde pêk bê bi bandor bin. Donald Trump, ku polîtîkayê nifrîna dijberiyê serkeftin bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de dîsa dixe meriyetê. Trump li ser hesabê twîtterê ku 55 hezar şopdarê wî hene, twîta “Hilbijartina Midtermê ji bîr nekin" parve kir. Trump, li ser twiterê ji bo koçberên ku berê xwe dan DYA, beyî teyît belge û teyîtkirinê got “Koma ku terorîstên Rohilata Navîn jî hene dimeşin sînorê me." Trump ku kesên demokrat  û dadgehên DYA'yê ku tedbîrên hişk li pêş penaberan negirtine tawanbar dikir, welatê Guatemala, Honduras û El Salvadorê jî ji ber ku rê li pêş penaberan negirtiye tawanbar dike. Li DYA'yê bi milyonan hilbijêrên Latinî ku bi îspanyoli diaxivin jî hene. Trump ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî penaberan, girseya hilbijêrên xwe ji nedîtî tê. Trump dîsa bang li girseya ku ji mislimanan ditirsin dike.    XIZANÎ Û TUNDIYÊ MIROV NEÇARÎ KOÇBERIYÊ KIRIN   Bi hezaran mirovên li welatê Guatemala û Hondurasê, ji ber pêdiviyên aborî nehatin pêşwazîkirin û rastî tundî, pişaftina polîsan hatin û dîsa neçarî tevlêbûna tora tiryakê bibin hatin, neçar man ku koç bikin. Bi hezaran welatiyên ji ber tundî, krîza aborî û zextên dijwar ji nerçari ji welatên Emerîkaya Navîn berê xwe didin DYA'yê.  Penaberên ku gihiştin DYA, ji aliyê medya dijberi Trump  ve hêj nû hatin dîtin.    AKTîVîST GALLAGHER: POLÎTÎKAVANÊN RASTGIR KOÇBERAN DIKIN AMUR   Aktîvistê li DYA dijî Erin Gallagher, der barê penaberên ku ji welaten xwe koçî DYA dikin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got:    “Ev kafîleya koçberan ne koma yekem e. Berê jî gelek kom hatin. Ev tiştekî baş û wêrekî ye. Ev rêwîtiyek pir talûke ye. Di rêwîtiyê de bi sedan mirov mexdûr dibin. Hin ji wan tên kuştin. Ji ber ve yekê neçarin bi hezaran kes bi hevre rêwitiye bikin û hev biparêzin. Ev kom politize kirin. Ji ber ku siyasetmedarên rastgir koçberiyê wekî gogê digirin dest û dixwazin bi wan bilîzin. Welatiyên DYA yên ji rêzê, siyasetmedar û televîzyon çi bêjin jê bawer dikin. Mirovên li DYA dijîn nizanin ku li Emerîkaya Navîn, Meksika çi pêk tê. Agahiya wan jê çê nabe. Welatiyên DYA'yî li dijî kesên latîn dibin xwedî pêşdaraz. Siyasetmedar û televizyon çi bêjin jê bawer dikin. Bawer dikin ku koçber talûke ne. Armanca van kesên koçber li cihekî bi star digerin. Her welatiyek sedema wî ya maqûl ku li stargehekê digere heye. Lê DYA'î van mirovan talûke dibînin. Bi vî rengî mirovên koçber wekî kesên talûke didin nasandin. Dê 2 hefte şûnde bigêjin sînor. Koçberên bi hezaran kîlometre ketine rê, dê li ser sînorê Meksika-ABD 2 hefte şînde bigêjin sînorê DYA. Rayedarên Daîreya Koçberan a Meksîka ji bo 2 hezar û 727 kesan serlêdana îlticayan qebûl kiriye. Rêxistina Efoya Navneteweyî jî ji bo rêwitiya koçberan bişopîne bi rewîyan re ketine rê. Rêveberiya Trump  jî ji bo koçberan pêşwazî bike li ser sînor 2 hezar û 100 muhafizên neteweyî bi cih kirine. Trump, diyar kir ku dê 4 hezar kesên din bişîne.    Gelek penaberên ku di şert û mercên xwerab de rêwîtiyê dikin ji wan nexweş ketine. Hikûmeta Meksika diyar kir ku 3 hezar û 500 kes dimeşin û dest bi rêwîtiyê kirine. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) 7 hezar ketine rê.    MA / Gozde Çagri Ozkose