Rojnameger Ataman nehat berdan 2018-10-26 12:38:02 ŞIRNEX - Danişîna 4’emîn doza darizandina 19 kesên dinav de rojnameger Ziya Ataman ê di girtîgehê de rûviyên wî îflas kirin jî heyî hat dîtin û kes nehat berdan.  Danişîna 4’yemîn a doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman ê di 11’ê Nîsana 2016’an de li Wanê hat girtin û 9 jê girtî bi giştî 19 kesan tên li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Ataman û yên pê re bi îdîayên “Yekîtiya dewletê û hevpariya welat xerakirin”, “Bi plan peywîrdarê cemaweriyê bi qestî kuştin”, “Bi plan hewldana peywîrdarê cemaweriyê kuştin”, “Bi plangerî hewldana bi qestî kuştin”, “Zerardayîn bi madeyên teqemeniyê yên sazî û dezgehên cemaweriyê û qestî zerar dayîn”, “Muxalefeta li dijî qanûna jimara 6136’an”, “Di çarçoveya xebatên rêxistinekê de madeyên talûke bê destûr li ser xwe gerandin” tên darizandin. Rojnameger Ataman û kesên girtî yên tên darizandin bi SEGBÎS’ê ji girtîgehê beşdarî danişînê bûn.    DANIŞÎN TALOQÎ 17’Ê COTMEHÊ HAT KIRIN   Parêzer beşdarî danişînê bûn, lê bi hinceta salon tenge, xizmên girtiyan û rojnameger negirtin danişînê. Rojnameger Ataman piştî tespîta nasnameyê parastin kir û girtiyên din jîn, parastinên xwe yên berê dubare kirin.    Dozger dûre, xwest girtin Ataman û 8 kesên din berdewam bike. Parêzeran jî di parastinên kirin de xwestin kesên girtî bên berdana. Şandeya dadgehê piştî parastinan, biryar da ku girtina kesên girtî berdewam bike û danişîn taloqî 17’ê Çileya 2019’an kir.