Otobusa rêwiyan qulipî: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn 2018-10-26 11:27:38   AMED - Li Amedê ji ber barana barî otobusek rêwiyan qulipî. Di bûyerê de kesek mir û 29 kes birîndar bûn.   Otobusa  sefera Çewlik-Amedê dikir, li herêma Yazilipinar a gundê Mermerê yê navçeya Sûra Amedê ji ber taviya baranê rêya şemîtok bûyî qulipî. Di qezayê de kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê rê li trafîqê hat girtin û der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkir.