Li Mêrdîn û Şirnexê taviya baranê bi bandor bû 2018-10-26 10:39:18   ŞIRNEX /MÊRDÎN - Li Mêrdîn û Şirnexê, taviya barana barî bi bandor bû û gelek mal dibin avê de man. Ji ber barana barî, ax herikî û rê li trafîkê hat girtin.    Li Mêrdîn û Şirnexê, tavî barana berî du rojan barî, duh bi şev bi bandor bû. Bi barana bi seatan bê navber bariya re firtûne rabû û her du bajêr bi bandor bûn. Li navçeyên Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê gelek mal dibin avê de man.    Li Şirnex û navçeyên wê jî, ji ber barana barî gelek mal dibin avê de man. Li tevahiya bajêr ceyran tim qût dibin û gelek dar û dîrekên ceyranê qulîpîn û banê hin malan firiyan.    Li nêzî Xabûra-2 a rêbejahiya Qilaban û Elkê de jî, ax herikî û rêya bi axê tije bû, li trafîqê hat girtin. Di encama xebatên hat kirin de, carek din rê li trafîqê hat girtin.