Dêra Fevkaniyê wêran bûye 2018-10-26 09:24:07 DÎLOK – Dêra Fevkanî ya piştî tehcîra ermeniyan bêxwedî ma, niha wêran bûye û bûye qada gogê ya zarokan.  Li navçeya Nîzîp a Dîlokê, Dêra Fevkanî ya tê texmînkirin di sedsala 7'an di dema Bîzansiyan de hatiye çêkirin, niha bêxwedî ye. Di sala 2011'an de Midûriyeta Weqfan dêr restore kir, lê belê niha ji ber xwedîtî lê nayêkirin texrîb bûye. Li ser dîwarê dêrê bi spreyê gelek nivîs hatine nivîsandin, camên wê hatine şikandin û li ser wê giya şîn hatine.    ZAROK LI BAXÇÊ WÊ BI GOGÊ DILÎZIN    Tê texmînkirin ku beriya tehcîrê ermeniyan dêr bi kar dianî, lê belê piştî tehcîrê nehatiye bikaranîn. Lê belê niha baxçeyê dêrê, ji bo zarokên sûriyeyî yên piştî şerê Sûriyeyê hatin Nîzîpê bûye qada gogê.    Midûriyeta Weqfan a Dîlokê, di sala 2011'an de dêr restore kir û dewrî Yekîtiya Xizmeta Gund a Qeymeqamtiya Nîzîpê kir. Paşê Qeymeqamtiya Nîzîpê jî Dêra Fevkaniyê radestî Komeleya Berastengan a Nîzîpê kir. Ji bo dêr bi awayekî aktîf bê bikaranîn radestî komelayê hat kirin, lê belê komeleyê piştî demeke kurt hew dêr bi kar anî.