Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîkên xilmetî! 2018-10-26 09:20:37 WAN – Şaredariya Tûşba ya AKP'î ji bo avahiya xizmetê gotibû "Em avahiya xizmetê ya 5 stêrkî çêdikin" û soz dabû ku dê di sala 2018'an de temam bibe. Lê 5 sal derbas bûn, ji bo çêkirina avahiyê bêr li erdê axê neketiye. Xizmetên şaredariyê li avahiyên prefabrîk ên xilmet tên dayîn û gel ji bo vê dibêje "Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîk e."  Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de AKP'ê li Wanê Şaredariay Tûşbayê bi dest xistibû û piştî hilbijartinê li ser bîlboardan bi sernavê "Em avahiya xizmetê ya 5 stêrkî çêdikin" reklama xwe kiribû û soz dabû ku dê di 2018'an de avahî bê temamkirin. Lê belê 5 sal derbas bûn, hîn jî ji bo çêkirina avahiyê bêre li axê neketiye.    Her wiha 5 sal in pankarta li ser "Dê di demeke nêz de temelê avahiya xizmetê bê avaêtin" nivîsandî daliqandiye. Ev yek di nav gel de bûye laqirdî û ji bo wî wiha tê gotin:"Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîk e."    'JI BILÎ REKLAMÊ TIŞTEK TUNE YE'   Endamê Meclîsa Şaredariya DBP'î Îsmet Tan jî got, çêkirina vê avahiyê karê du salan e, lê belê şaredariyê hîn jî dest pê nekiriye. Tan, anî ziman ku li qada ku tê gotin dê avahiya şaredariyê lê bê çêkirin niha prefabrîk hene û got: "Prefabrîkên berê hatin bikaranîn hatin montekirin û kirin avahiya xizmetê ya şaredariyê. Wateya vê yekê ev e; şaredariya ku dibêje 'Ez ê avahiya xizmetê ya 5 stêrkî ava bikim', niha muhtacî prefabrîka ye."    Tan, diyar kir ku Şaredariya Tûşbayê şaredariyeke nû ye, lê belê heta niha 20 milyon lîre pere ji Baka Îlleran kişandiye û hemû xerc kiriye. Tan got: "Şaredarî dibêje wê ev pere ji bo xizmetê xerc kiriye. Wexta me ji bo pereyê hatiye xerckirin pirsname berpêş kir, gotin ji bo rê û asfaltê hatiye bikaranîn. Saziyên dewletê destekê didin vê şaredariyê. Lê belê şaredarî heta niha ji bilî reklaman tiştek nekiriye. Wexta piştî kar bê kirin reklam tê kirin, lê Şaredariya Tûşbayê tiştekî ku li holê tune ye reklama wê dike. Em endamên meclîsê yên HDP'î îtiraza vê yekê dikin. Em dibêjin pêşî çêbike, paşê reklama wê bike. Wê gelê me di hilbijartinê de hesabêv ê yekê bipirse."    MA / Berzan Guneş