Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin 2018-10-26 09:19:38 EDENE - Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku 29 roj in di greva birçîbûnê de ye, parêzera ÎHD'ê Zelal Demîray pê re hevdîtin kir. Demîray, diyar kir ku Ozelmali gotiye "Ne wexta mirin, wexta nexweş be xwedî derkevin."  Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, girtiyê nexweş Kemal Ozlemali ku nexweşîna Wernicke Korsakoff lê peyda bûye, ji bo bê berdan 29 roj in di greva birçîbûnê de ye. Berdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray di 23'yê Cotmehê de de bi Ozlemali re hevdîtin çêkir. Demîray, destîşan kir ku her diçe rewşa wî xirabtir dibe.    Demîray, diyar kir ku ji ber rojiya mirinê ya di salaên 90'î de nexweşîna Wernicke Korsakoff li Ozelmali peyda bûye û di nav Lîsteya Girtiyên Nexweşîna Wan Giran a ÎHD'ê de ye. Demîray, diyar kir ku meh û nîvek berê wê bi Ozelmali re hevdîtin çêkiriye û ji bilî nexweşîna Wernicke Korsakoff, hin nexweşînên din jî lê peyda bûne. Demîray, diyar kir ku nexweşîna gurçikan, prostat, bihîstinê jî lê peyda bûne û dema wan hevdîtin çêkiriye, gotiye êdî ew nikare di van şert û emrcan de bijî û ger şert neyên başkirin ew ê dest bi greva birçîbûnê bike. Demîray, got paşê ew hînbûne ku Ozelmali dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Demîray, anî ziman ku ji bo sewqa Saziya Tiba Edlî wan serî li Dozgeriya Girtîgeha Kurkçulerê kiriye, lê belê 3 hefte di ser serlêdanê re derbas bûn hîn jî bersiv nehatiye dayîn.    ZIHÎF BÛYE    Demîray, destnîşan kir ku di 23'yê Cotmehê de careke din wê hevdîtin bi Ozelmali re çêkiriye, lê belê Ozelmali wê nas nekiriye. Demîray got: "Taybetiya herî mezin a Wernicke Korsakoffê jî ew e ku mirov ê hember xwe nas nake. Ji ber ku tiştên nû li hiş nayên tomarkirin. Berî dest bi greva birçîbûnê bike rewşa wî hinekî baş bû. Lê di demeke kurt de greva birçîbûnê tesîr lê kiriye. Zihîf bûye, niha daketiya 48-49 kîloyan. Nikare pir tev bigere, wexta radibe bi hin deran digire ûd imeşe. Pir baş nikare bêhnê bistîne û bêhal e."    BI SANDALYEYA BITEKER WÎ DIBIN NEXWEŞXANEYÊ    Demîray, diyar kir ku bijîşkê li revîrê her roj Ozelmali kontrol dike û got: "Bijîşk tim jê re dibêje divê dev ji greva birçîbûnê berde, an jê dê bimire. Ozelmali, dibêje belesebeb wî dibin nexweşxaneyê, ev ji bo wî eziyet e. Ji peywirdarên tenduristiyê re gotiye heta hişê wî li serê wî be divê bi tu awayî mudaxileyî wî neyê kirin." Demîray, diyar kir ku ji ber Ozelmali êdî nikare bimeşe, ev demeke wî bi sandalyeya biteker dibin nexweşxaneyê.    Demîray, destnîşan kir ku wekî girtiyên nexweş ên din dixwazin dema Ozelmali jî li ber mirinê be an jî bimire berdin.    WEXTA MIRIM XWEDÎ DERNEKEVIN    Demîray, bilêv kir ku ji bo Ozelmali bê berdan ew ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û got: "Wekî tê anîn di demên dawî de ji ber tevdîr nayên girtin li girtîgehan mirina girtiyan zêde dibe. Halîme Gulsu, rapora wê winda bû û ji ber vê derman nedanê. Koçer Ozdal, nexweşîna pençeşêrê lê peyda bibû. Mûsa Gulbeyaz, ceza jî lê nehatibû birîn û gelek girtiyên din. Daxwaza Kemal Ozelmali ya ji raya giştî jî ev e; 'Wexta mirim na, niha xwedî derkevein.'"    MA / Hamdullah Kesen