Xwestin xanî bi serê wan de xera bikin 2017-10-26 09:38:34 AMED - Li taxa Alîpaşa ya Sûrê mala 5 jê zarok 7 kes lê dijîn, bêyî ku kontrol bikin xwestin xirab bikin. Lê piştî malbat hat ferq kirin, pêşiya facîayê hat girtin. Li aliyê din xerakirina malên li Sûrê bi hemû leza xwe  didome.  Ligel bertekên heyî hîna jî wêrankirina Taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeyên Sûra Amedê didomin. Mirovan bi darê zorê ji malên wan tên  derxistin. Yekîneyên rûxandinê duh di saetên sibê de hatin Kolanan Etînler a Alîpaşa û dîwarê xaniyê malbata Gunduz a tê de dijîn, xwestin wêran bikin. Şukrû Gunduz ê bi 5 zarokên xwe re di malê de bû, diyar kir ku têkildarî rûxandina xanî pêvajoya dadgehê didome, lê  ligel vê yekê jî ekîp hatin mala wî xira bikin. Gunduz, anî ziman di dema ew di malê debûn, bêyî ku li hûndirê malê mêze bikin dest bi xirakirinê kirin û wiha axivî: “Em hew dît bi kepçeye ketin hûndirê malê. Ger hevjînê min zû ferq nekiriba, em ê hemû dibin rûxandinê de bimana û we yê niha agahiya mirina me çêbikira.” Berê jî bûyerek wiha  li Kolana Sîmar a Taxa Alîpaşa hat jiyîn, lê ji ber ku kes li malê tunebû mirin çênebûn.       ‘JI BO ME JI MALÊN ME DERXIN CANÊ ME DIXIN TALOKÊ’   Guduz, da zanîn ku li Sûrê bi karê ceyranê re eleqedar dibe û wiha got : “40 salin li vê taxê dijîm. Ji ber li dijî rûxandina xaniyê xwe derdikevin, rastî rewşên wiha têm. Gava ku xwestin malê xirab bikin ez û zarokên xwe di malê debûn. Min ji ekîbên xirakirinê re got ‘hûn nikarin malekê ku mirov tê de bin xira bikin.’ Wan jî got ‘Em dikarin xira bikin, ferman wisan e.’ Doza  min vekirî hîna didome, lê ligel vê yekê jî xwestin mala min xira bikin.”    Gunduz, dest nîşan kir ku li Sûrê hemû tişt veguheriye rantê û wiha got: “Ji mirovan re dibêjin  vaye pareyê we di banqê de ye, we bivê derkevin, we bivê dernekevin û bi vî awayî mirovan bi darê zorê ji malên wan derdixin û xaniyê wan wêran dikin. Tenê bi vê yekê re namînin, dixwazin me bikujin jî.  Ger îro tiştek hatibûya serê zarokên min kê dê hesap bida. Gelo dê gotiban qezaya kare? Ev vê yekê mereq dikim.”   Gunduz, destnîşan kir ku ligel ku wan nexwest mala xwe bidin jî, bi darê zorê dixwazin ji malê derbixin û ji bo ji malê derbikevin roj Wext dane wan.