HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî 2018-10-25 16:26:58 MELETÎ - Endamê Meclîsa HDP’ê Îzzet Karadag di civîna amadekariya hilbijartina herêmî de axivî û got: “Em ê di hilbijartinê de, daxwazên aştiyê, demokrasiyê, azadî û jiyanek wekhev ên civakê esas bigirin. Ji bo van daxwazên bingehîn ên civakî emê bixebitin.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê,  derbarê xebatên kongreya li ser bixin û xebatên hilbijartina herêmî de, civîna amadekariyê pêk anî. Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin, rêveber û endamên partiyê beşdarî civînê bûn. Endamê Meclîsa Partiyê (PM) îzzet Karadag di civînê de axivî û diyar kir ku divê ew bi awayekê bi hêz beşdarî hilbijartina herêmî bibin.    ‘EMÊ HEMÛ ŞAREDARIYAN PAŞVE BIGIRIN’   Karadag, anî ziman ku di pêvajoyek pir zor de amadekariyên hilbijartina herêmî dikin û wiha got: “Nêzîkatiya HDP’ê ya bingehin ewe ku di hilbijartina herêmî de, daxwazên aştiyê, demokrasiyê, azadî û jiyanek wekhev ên civakê esas girtine. Ji bo van daxwazên bingehîn ên civakî em ê bixebitin. Polîtîkayên HDP’ê ligel hemû astengî û êrîşan jî, dinava civakê de xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber vê rola HDP’ê ya di hilbijartina herêmî de pir girînge. Hedef û armancên me yên amadekariyên hilbijartina herêmî pir mezin in. Berî her tiştî em ê şaredariyên xwe ji destên qeyûman derbixin û şaredariyên nû li şaredariyên xwe zêde bikin. Hedefa me ya sereke eve.”   Piştî axaftina Karadag, civîn bi nîqaşan berdewam kir û dûre bi dawî bû.