Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in 2018-10-25 14:53:40   ŞIRNEX - Parêzerên  di danişîna 5’emîn a Doza Panzerê de parastin kirin, bertek nîşanî pisporên di rapora keşfê de panzer weke "Qisûrê eslî", polîs jî weke "Qisûrê talî" dîtin, dan û gotin: “Em nikarin panzerê bi darizîn in.” Polîsên îfade dan jî, Memûrê Komîser û Midûriyeta Polîsan a Naveçeyê sûcdar nîşan dan.    Danişîna 5’emîn doza derbarê ajokarê panzerê Omer Yegît û fermandarê ew peywirdar kir Mûrat Madem ê di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê bi panzerê ket xaniyê malbata Yildirim, du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di xew de kuştin hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê hat dîtin. Di dozê de ji bo her du polîsan bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin” ji 2 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.   Bavê du barayan Mesût Yildirim, polîsên bersûc û parêzer di danişînê de amade bûn. Navenda Hafîzeyê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, gelek parêzerên girêdayî baroyan, Paltforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek rêveberên partiyê beşdarî danişînê bûn.   FERMANA PEYWIRDARKIRINA BÊSERTÎFÎKA   Piştî danasîna nasnameyan, şandeya dadgehê rapora “keşfa cihê bûyerê” ya pêşkêşî dadgehê hatibû kirin, kir nava dosyeyê û dest bi dadgehê kir. Polîs Ahmet Karaaslan ê li Midûriyeta Polîsan ê Navçeya Sîlopî peywirdar dest pê kê îfade da.     Karaaslan, diyar kir ku di dema bûyerê de, li lojmanên polîsan ên TOKÎ bû û wiha axivî: “Li cihê ez lêbûm, panzerek ji bo muayeneyê anîbûn. Roja bûyerê Midûrê Ewlekariya Navçeyê Selçûk Erdogan hat wir. Di warê peywirdarkirina du kesan a dinava panzeran de xwe bi hêrs kir û aciz bû.  Dûre Komîser Tuncay Taşdemîr ê wê  demê, hat gel me. Got personel tunebû. 10 roj şûn de, Amîrê polîsan Taşdemîr, bêyî ku li sertîfîka û perwerdeya Midûrê Ewlekariyê Erdogan mêze bike,  ferman da ku polîsa bên peywirdarkirin.”   ‘EM NEKARIN PANZERÊ BIDARIZÎN IN’   Piştî îfadeyên şahidan, Parêzer Nuşîrevan Elçî axivî û wiha got: “Rapor ji bo ku sûcdaran ji ceza girtinê xelas bike hatiye amedekirin. Cara yekemîne raporek wiha dibînim. Em nikarin panzêrê weke bersûc bi darizînin. Bi vê kenê xwe li mirovan dikin. Em dixwazin şandeyên pispor ji nû de raporê amade bikin.”    'LI SER DELÎLAN NÎQAŞ KIRIN NE KARÊ PISPORAN E'   Prz. Rojhat Dîlsîz jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Li ser delîlan nîqaşkirin ne karê pisporan e. Cezayê ji bo her du bersûcan bên dayîn dê me rehet neke. Gelek şahidan di îfadeyên xwe de gotin ku sûcdar Komîserê Memûran Taşdemîr û Midûrê Polîsan ê Navçeyê Erdogan e. Em dixwazin derbarê van kesan serlêdanan sûc bê kirin. Em dixwazin bersûc bên girtin.”   Dozger piştî parastina parêzeran mafê axaftinê girt, ji bo derbas kirin a kêmasiyan, xwest daxwaza girtina bersûcabn bê redkirin.    Dûre polîsên bersûc Yegît û Maden parastin kirin. Bersûc Yegît, anî ziman ku roja bûyerê cara yekemîn bû ku panzer dajot. Bersûc Maden jî, diyar kir ku berpirsê bûyerê Midûrê Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan e.    JI 3 PISPORAN JI BO REWŞÊN QİSÛR RAPOR HAT XWESTIN    Şandeya dadgehê piştî navbera dayî, daxwaza girtina bersûcan red kir û ji 3 pisporan ji bo rewşên biqisûr rapor ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê xwest. Dadgehê ji bo temamkirina raporê danişîn taloqî 25’ê Cotmehê kir.    Piştî biryara dadgehê, parêzer li ber Edliya Cizîrê kom bûn û derbarê naveroka danişînê de nirxandinek kurt kirin.