Eskerekî din jî bi guman mir 2018-10-25 14:37:50 RIHA - Li Colemêrgê ewil got esker Mahmut Ozçakir di şer de jiyana xwe ji dest daye, piştre gotin întihar kiriye. Di 40 rojên dawî de 4 eskerên ji rihayê bi guman tên kuştin.  Esker Mahmut Ozçakir ê ji rihayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ewil bi sernavê "Li Colemêrgê di şer de şehît bû" serwîs kirin. Piştre îdîa kirin ku Mahmut Ozçakir întîhar kiriye. Cenazeyê esker Ozçakir ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî otopsiyê dê cenazeyê esker Ozçakir dê bişînin Navçeya Yuregîr a edeneyê li taxa 19 Mayısê defin bikin.    DI 40 ROJAN DE 4 EKSER BI GUMAN MIRIN   Di 40 rojên dawî de 4 eskserên ji Rihayê ku li deverên cuda eskeriyê dikin bi şiklekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji bo tevan hati îdîakirin ku întîhar kiriye û ji aliyê hevalê xwe ve bi şaşî hatiye kuştin. Di 11'ê Îlonê de Esker Ekrem Baran Ozaydin li Bayburtê, Di 14'ê Cotmehê de Omer Faruk Demirkol li Islahiye ya Dîlokê, di 18'ê cotmehê de Mehmet Boztepe li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo tevan got 'întihar kiriye' Dayika Demîrkol Fatma Demîrkoy, diyar kir ku di demên dawî de zextên li ser kurê wê zêde bûbûn.