Di Nobeta Edaletê ya heftaya 76’emîn de sonda têkoşînê hat dayîn 2018-10-25 14:04:24   STENBOL -  Parêzer Guneş Pehlîvan di Nobeta Edaletê ya hefteya 76’emîn de axivî û got: “Heya ku hemû astengiyên li dijî serbixwetiya darazê bên rakirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Parêzerên Stenbolê, di hefteya 76'emîn de ji bo parêzerên girtî bên berdan û zextên li ser hiqûqnasan bi dawî bibe, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn û Nobeta Edaletê berdewam kirin. Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Çanakkale Prz Guneş Pehlîvan dest pê kê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em li ser navê daraza hatî rehîn girtin, li vê derê ne. Li welatên hiqûqî û di rejîmên demokratîk de serbixwetiya darazê heye. Li tu welatên hiqûqî, parêzer ji ber bibîrxistina mafê bêdengbûna muwekîlê xwe, nehatiye girtin. Tu rojnameber ji ber nûçeyên çêkirin yek bi yek nehatine girtin. Tu dadger bi awayekê keyfî cihê wan nehatiye guhertin. Tu ronakbîr ji ber belavokekê nehatine   linçi kirin û tu meqaman ji bo serlêdana parastina jinan ne gotine ‘Hûnê sibê bi hevjînê xwe re li hev werin, emê jî xirab bên nîşandan.’ Heya ku hemû astengiyên li dijî serbixwetiya darazê bên rakirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tu êrîş, zordestî û înfazên darazê, nikarin piştevanî û rêxistinbûyîna me derbas bikin.”   ‘EM Ê DAXWAZA XWE YA EDALETÊ BIDOMÎN IN’   Parêzerê Stajyer Emre Erdal jî, bal kişand ser rewşa parêzerên stajyer û wiha got: “Li gel hemû şert û mercan jî emê hiqûqê biparêzin û li dijî bêhiqûqiyê derbikevin.”   Piştî axaftinên hatin kirin, çalakiyê nobetê ya vê heftê bi dawî bû.