Li 3 rojnamegeran 4 sal û 9 meh û 12 roj ceza birîn 2018-10-25 13:50:01   STENBOL - Danişîna doza Rojnameger Huseyin Aykol, Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan a bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kirine" hatibû vekirin hat dîtin. Di danişînê de dadgehê 4 sal û 9 meh û 12 roj ceza li rojnamegeran birî.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Huseyin Aykol, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya û nivîskarê Rojnameyê Îhsan Çaralan hatin darizandin. Di danişîna doza rojnamegeran de dadgehê ceza birî. Danişîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger û parêzer li salonê Amade bûn. Heyeta dadgehê li Aykol û Kizılkaya bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kirine" ji bo her yekî 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê biri. Heyetê piştre ceza zêde kir û her yek 1  sal û 9 meh ceza li wan birî. Heyetê piştî ceza birî, cezayê rojnamegeran taloqî 5 salan kir.      Heyetê li rojnameger Îhsan Çaralan jî salek û 2 meh ceza birî û cezayê Çaralan jî heta 5 salan taloq kir.