Derûnînas Çeter: ‘Sonda xwendekaran' dibe sedema aloziya nasnameyê 2018-10-25 13:41:21   STENBOL – Derûnînas Mehmet Ferhat Çeter, bal kişand ser "Sonda xwendekaran" û diyar kir ku ji ber raste rast hîtabî neteweyekî tenê dike dibe sedema aloziya nasnameyê û rê li pêş bişaftinê vedike.    Daîreya 8'emîn a Şûreya Dewletê di 19'ê Cotmehê de, hikmê rêziknameya "Sonda xwendekaran" a ji 1933'an de li dibistanan dihat xwendin rakiribû 5 sal şûnde betal kir bu sedema bertek û nerazibûnan. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), biryara der barê "Sonda xwendekaran a Şûreya Dewletê a Daîreya 8’emîn îtiraz kir û xwest biryarê rawestîne. Têkildarî biryara ku xwest dîsa "Sonda xwendekaran" biwînin Derûnînas Mehmet Ferhat Çeter nirxandin kir. Çeter diyar kir ku ji ber tenê xîtabî beşek xwendekarên din dike, dê alozî û tevliheviyê pêş bixe û bibe sedem ku xwendekarên din ji ziman, nasname û hebûna xwe dûr bikevin. Çeter, anî ziman ku hem nasnameya zayendî, hem nasnameya çandî û hem jî nasnameya nijadî pêş dikevin. Çeter, da zanîn ku nasnameya ziman berî tevan pêş dikeve û ev sond dê bandorek neyînî li ser nasnameyên din bike û wiha got: "Nasname piştî mirov ji dayik dibe û şûnde pêş dikeve. Naznameya civakî û çandî piştre pêş dikeve. Kesek pişti di nava civakekê de mezin bibe, di milê çand, civak û nijadîbûnê de xwe aydî civakekê hîs bike, piştre nasnameyek din li ser bê ferz kirin, vê carê dê têkeve nava alozî û bunalima nasnameyê. Rewyeke patolojîk dide avakirin. Dibe sedem ku di nava du nasnameyan de windabibe. Di vê sondê de em dibînin ku miletek xwe feda dike. Di vir de kesek ku ne tirk be, ger ku kurd, ermenî, ereb, îngîliz ango firansiz be dê bertek nîşan bide. Dê bêje 'ez ne tirk im çima xwe fedayî tirkan bikim' û bibe sedema alozî û rageşiyan. Ev têgeh piştî mirov kamil dibe û şûnde fêr dibin ku armanc dike ku kes bê parastin bihêlin. Bi vê sondê nasnameyek din dispêrin kes. Ji bilî malbat, çand û derdorê wî çand û nasnameyek din li ser kes ferz dikin. Ev dibe sedem ku li dijî nasnameya xwe bibe xwedî hesta nifrînê. Her wiha dibe li dijî nasnameya hemberî xwe jî hêrs bibe.    'HÊRS DIBE SEDEMA NIFRÎNÊ'   Çeter, da zanîn ku "Sonda Xwendekaran" li ser kesên mezin dibe sedema reaksiyonê û wiha bi dawî kir: “Ev sond dibe sedema reaksiyonê. Ger bêyî daxwaz û vîna kesekî bibîrbûyî tiştekî din li ser bê ferz kirin dê kontrol xera bibe. Ev yek dê bibe sedema hêrs bûnê û ev jî dê piştre nefrînê zêde bike. Divê li şûna "Sonda xwendekaran" metnekî gerdûnî û notir be. Divê metnekî ku nîşan bide ku mirov ji hev ne çûda ne. Nişan bide ku ziman, çand û nijadên, bewrî û rengê wan cuda ne, lê hemû mirov wek hev in.  Divê vê mijarê ji pedagog û derûnînasan bipirsin û li gorî wê gavan bavêjin. Divê li gorî pîvanên gerdûnî gavan bavêjin."   MA / Sadiye Eser