Gundê Kopanisê li benda pirê ye 2017-10-26 09:22:46 WAN – Gundiyên gundê Kopanisê ya bi ser navçeya Rêya Armûşê bi salan e li benda çêkirina pirê ne. Ji ber pir tune ye welatî ji bo sewalên xwe bibin aliyê din yên perava newalê biçêrînin bi kîlometreyan dimeşin.  Li gundê Kopanisa Rêya Armûşê ya Wanê ku ji 4 hezar nifûsê pêk tê bi salan e li benda çêkirina pirê ne. Welatî ji bo sewalên xwe bibin aliyê din ê newalê biçêrînin ji ber pir tune ye bi kîlometroyan birêve dimeşin. Ji ber tunebûna pirê gundî nikarin sewalê xwe bi rehetî bibin Çiyayê Erekê û ji ber vê yekê her cara ku pezê xwe dibin nêzî 4 kîlometreyî rê dimeşin.    ‘EM BACA XWE DIDIN LÊ XIZMET TUNE YE’    Gundiyê bi navê Kemal Kaya yê 80 salî anî ziman ku beriya Wan bibe bajarê mezin gelek caran ji bo pir bê çêkirin bi daxwaznameyan serî li Îdareya Taybet a Bajêr dane û her bihar dema ava newalê radibe ji ber pir tune ye pezê wan di ava çem de difetise. Kaya wiha got: “400 miyê min hene. Divê her bihar ez pezê xwe derbasî hember bikim. Ji ber pir tune ye 4 kîlometre rê dimeşim û wisa derbasî hember dibim. Ji bo pirê min bi dehan car serî li saziyên berpirsyar da. Çend caran endezyar jî şandin. Gotin em ê çêbikin lê çênekirin. Gelek caran miyên bi avê re diçin. Em baca xwe didin lê xizmet nîne.”    ‘HER SAL GELEK SEWALÊN ME DIFETISIN’   Welatiyek din Antîka Baday jî da zanîn ku dema kurê wî pezê xwe derbasî hember kiriye bi avê re çûye û hindik mabûye ku bixeniqe. Baday diyar kir ku piştî bi kîlometreyan rê dimeşin digîhîjin çiya û xwest hem ji bo wan û hem jî ji bo sewalên wan pir bê çêkirin.   ‘WÊ KÎ HESABÊ BIDE?’    Sînevan Karali jî destnîşan kir ku neviyên wî biçûk şivaniyê dikin û got: “Bi rê de gelek car wesayît li pezê me qelibî. Em ditirsin ku wê rojek erebe li zarokên me jî biqelibe. Dewleta ku ewqas derfetên wê hene nikare li vir pirekê çê bike gelo? Heke tiştek bê serê zarokên me dê kî hesaba wê bide?”